Polîtîk

Şerek giran navbera Pêşmerge û hêzên ewlehiya Îranê de derket

Li nûçeya Kurdistanmedya, Fermandariya “Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê”, di daxuyaniyekê de daye eşkerekirin, ku şerekî giran di navbera “Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê” û kirêgirtiyên girêdayî Spaha Pasdaran de derket, ku di encamê de çendîn kirêgiritiyên rejîmê hatine kuştin û birîndarkirin.

Daxuyanî wiha ye: 

Daxuyaniya “Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê” 

Demjimêr 8’ê sibeha 20`ê Rezbera 1397`an (12`ê Çiriya Pêşîn) li seyrangeha “Bîmîrî” a girêdayî bajarê Pawe, ku berê ji aliyê hêzeke zaf a rejîmê ve hatibû dorpêçkirin, şerekî giran di navbera hêzên pêşmerge ên Bajar ên ser bi Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û çekdarên rejîmê de derket.

Ew hêza rejîmê ji berê ve hatibû rêkxistin û ji komek caş û pasdaran pêk hatibû. Tişta ku zelal û eşkere ye, ev e ku hêzên komara Îslamî çendîn corên cuda ji çekên giran bi kar anîne û cihê bêhnvedana pêşmergeyan kirine armanc. Pêşmergeyan jî di hemberî wan hemû hêz û çek û alavan de, şerekî wêrekî û bêmînak kirine.

Ew şer heya demjmêr 11’ê pêşnîvro berdewam kiriye, û çavkanî didin xuyakirin ku hêzên dijmin zirareke zêde dîtine, û li gorî zanyariyan 3 kes ji hêzên Spaha Pasdaran hatine kuştin û di dema şer de jî, bi awayekî berdewam Ambolans di riya di navbera nexweşxaneya bajarê Pawe û cihê şer de hatine dîtin. Di wî şerî de, ku zêdrtirî 3 demjmêran berdewam kiriye, du ciwanên qehreman û fîdakar yên neteweya me ku rêkxistinên Pêșmergeyên Bajar bûn, bi navên şehîd “Şaho Veysanî” û şehîd “Zanyar Îslamî” tevlî karvana şehîdên sorxelat yên Kurdistanê bûne, herwisa welatiyekî dilsoz yê bajarê Pawe jî yê bi navê “Ferşad Çeçanî” ku ji bo geryanê çûbû vê deverê, bi teqeya hêzên rejîmê canê xwe ji dest daye.

Ji aliyê rêberatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve, “Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê”, sersaxiyê dibêje kesûkar û malbatên rêzdar ên şehîd “Şaho Veysanî”, şehîd “Zanyar Îslamî” û malbata “Ferşad Çeçanî”, û xwe şirîkê xema wan dizane.

Rihê wan şad û riya wan berdewam beFermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê 

20`ê Rezbera 1397`an12`ê Çiriya Pêşîna 2018`an

Back to top button