Civak

Serê Serokê BDP şikandin

Li Sêrtê Belênderek(mutehîdek) û sê kurên xwe êrîşî Melik Oktay Serokê BDP ya Sertê kirin û bi kulm û pehînan lê xistin û serê wî şikandin.

Ahmed Dayanan li gel sê kurên xwe li karê jêrzemîn û bingehîna qezaya Dihê(Eruh) ya Sêrtê dikin, ji ber ku karê wan kirî ji aliyê Banka Bajaran(Iller Bankasi) ve nehat qebulkirin û perên xwe nekarîn bistînin, berpirs û sedemê vê Melik Oktay Serokê BDP ya şaxa Sêrtê dîtin û li nava avahiya BDP ya Sêrtê de Dayanan li gel sê kurên xwe bi kulm û pehînan êrîşî Oktay kirin û serê wî şikandin.

Piştî ku her du alî ji aliyê Polîsan ve birin bingeha Polîsan li wir her du alî gileyiyên xwe pêşkêş kirin û piştî demekê jî Dayanan û sê kurên wî hatin binçavkirin.

Back to top button