Polîtîk

Şerê neftê di navbera Hewlêr û Bexdayê de

Şerê neftê di navbera hikûmeta fedral a Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê de, roj bo rojê dijwartir dibe û her aliyek yê din bi binpêkirina rêkeftinan tawanbar dike. Di meha îlona par de hikûmeta herêma kurdistanê û Bexdayê li hev kiribû ku, Hewlêr rojê 175 hezar bermîlên neftê bi rêya hikûmeta Îraqê bo derve binêre û li hember vê yekê hikûmeta Bexdayê jî dê pereyên kompnaiyên li herêma Kurdistanê di warê neftê de kar dikin ku, yek milyar dolarin bide.

Wezareta neftê a hikûmeta Îraqê di daxuyaniyeke xwe de diyar dike ku, hikûmeta herêma Kurdistanê hinartina neftê bo derve bi rêya boriyên serke yên diçin Tirkiyeyê rawesandiye û vê yekê 4 milyar dolar di sala 2012ê de zirar gihanidye budceya giştiya Îraqê û eger Hewlêr li ser nehinartina neftê bo derve, bi rêya hikûmeta Îraqê, berdewam be dê di sala 2013ê de 9 milyar dolaran  ziyanê bigihîne budceya hikûmeta Îraqê. 

Berdefkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî di bersiva daxuyaniya hikûmeta Îraqê de ku, herêma Kurdistanê bi binpêkirina rêkeftinê tawanbar dike, dibêje:

Hikûmeta Îraqê ji rêkeftina meha îlona par poşan bûye û rêkeftinê bin pê dike. Me berheviya xwe nîşan dabû ku, rojê 175 hezar bermîlên neftê  bi rêya Îraqê bo derve hinarde bikin û me ev yek cîbicî kir û me bi rêya Îraqê neft bo derve hinart. Me pilan kiribû ku, rojê 200 hezar bermîlan hinarde bikin daku, budceya Îraqê zêde bikin. Li hember vê yekê û li gor rêkeftinê, divya bû Îraq yek milyar dolaran pereyê kompaniyên di warê neftê de li herêma Kurdistanê kar dikin bide. Diviya bû Îraq bi du wecbeyan wan pereyan bide. Lê hikûmeta Îraqê bi tenê yek wecbe 650 milyon dolar dan û wecbeya duyem heta niha nedaye. Ji ber vê yekê kompaniyên neftê çalakiyên xwe rawestandin. Her dema Îraq pereyê kompaniyan bide herêma Kurdistanê jî dê dest bi hinardekirina neftê bike.

Li dor wê nefta herêma Kurdistanê bi tankeran bo Tirkiyeyê dişîne, Dizeyê dibêje ku, bazarê navxwe yê herêma Kurdistanê pêdvî bi gaz û neftê heye. Herêma Kurdistanê neçare ku, rojê 15 hezar bermîlan bi rêya tankeran bo Tirkiyeyê hinarde bike daku, pêdawîstiyên bazarê navxwe yê herêma Kurdistanê dabîn bike

Back to top button