Nivîsar

Şerê dijê proxrama Îranî ya nuklêr serîlêda

Saloxî ya Amerîkî û Esraelî xwe amade yê êrîşên dijê zorbazî ya Îran’ê kirin. Ev demêk dirê je ku herdu saloxî jî li ser vê mijarê mijulin.

Şanoya balafirên Amerîkî roja 8 Kanun 2011’a de em dizanin ku saloxî yên hîn tirs û lerzê gerdûnê li ser axa Îran’ê danît. Ev birastî wek romanêk tirsê ye. Wek tîpa John Le Carrê dijê tev bêdengî yê, roman tê dawî ya xwe. Ev eşkera ye ku şerêk veşartî ligel CIA, Mossad û MI6 dijê proxrama nuklêr a Îran’ê tê bezandin. Ev şer wek; sabotaj, bombe baran kirin û vîrûs a kombersa de xwe nîşan dide.

Bêgûman balafirên saloxî yên Amerîkî li ser axa Îran’ê roja 4 Kanun 2011 ji bo şanoyê xwe nîşanda bûn. Merov dikare di ev de jî bibîne ku hûkûmeta Obama ne tenê di riya dîplomasî yê li çareserî ya dijê proxrama nuklêr digere. Her weha balafirên Amerîkî ji bo neyarên Amerîka yê wek mêşên hingivin. Xwe nîşan dide ku destura destgirtina agahîyên teknolojî ê veşartî û firotana van agahîyan ji bo dewleta Çîn û Rusya yê gelek zîze. Alîyê din de ev ji bo siyaseta karê derve yê Amerîka hêşa serî ye.

Şera veşartî dijê Îran’ê wek em tev zanin ku çend salên dirêje berdewam dike. Begûman xwe nîşan dide ku ev şer anha roj bi roj bilind dibe. Wek rapora dawî ya MNVA (Mijûlgeha Navnetewî ya Vejena Atom ê/ OIEA international atomic energy agency) de li ser Îran’ê tê diyarkirin; proxrama nuklêr heşyarkirinêk mezin nîşan dide ku Îran xwe di ev proxramê de gelek pêşxistî ye.

Heyva Sermawez 2011’a de teqandinêk mezin li devre yê Tehran’ê nav Hêza Şoreşgerên Ewleyiyê Îranî de çêbû bûn û 17 hêzên ewleyiyê bi serokê proxrama nuklêr Hassan Tehrani Moqaddam hati bûn kûştin. Çend roj paş evde teqandinêk din li Isfahan ku bajara sêyemîn a nuklêr ê hati bûn rojevê û ziyana ku çêbû bûn nahê zanandin. Ji bo ev, dewleta Îran’ê da xwîyandin ku teqandin bi qedayêk çêbûye.

Her weha dewletê aliyê xwe yê zihîf veşart.
Sala par 4 zanyarên nuklêr ê Îranî hati bûn kûştin. Yek ji wan li nav ereba xwe li trafîka Tehran’ê bi teqandinê hat êrîşkirin û kûştin. Lê êrîşan berdewam kirin û zanyarêk din jî bilîndar bûbûn. Li ser vê êrîşê, serokê Îran’ê, Ahmedînejad hanît ziman ku êrîş bi destên Sazûman a Zîonîst hatiye kirin. Her weha Esraelî û Welatên Rojava wek piştgirên Esraelî yan suçdar kir.

Sala 2010’ha de vîrûsêk wek Stuxnet hatibûn dîtin ku ev ji bo xerakirina proxrama Natanz a Ayatollah bûn. Me derheqê van nuçên sabotajê gelek car di rojnama Haaretz a Esralî de jî dît. Her weha em dibînin ku sabotaj û navçe wek stratejîyên avahî % 10 ciyê xwe digre.

Heta anha tu bersîvêk fermî ji dewleta Îran’ê nehatiye ku kuştina Konsul ê Amerîkî yê Saudî Erebîstan bi planê Hêzên Ewleyiyê Şoreşger hatiye kirin. Jardin êrîşêk wek vê li Konsul ê Brîtanî yê Tehran jî hatbûn kirin. Li ser van êrîşan ewê Ayatollah nikaribe milê xwe bide bin çengên xwe. Em tev dibînin ku gelek siyaset û lîstikên gemar tên bezandin.

Sala par heyva Gûlan’ê de kordînatorê çek û terorîsmê û destyarê xisusî yê Obama, Gary Samore hanît ziman: ‘Ez dilxweşim ku pirsgirêkên Îran’ê bi çavkanî yê uranyum re heye. Amerîka ji bo berdewamî ya vê pirgirêkê çi ji dest bê dike.’ Her weha li ser pirsêk ku ji serokê kevn ê Mossad’ê , Meir Dagan hati bûn pirsîn, operasyon a ‘Destên Xweda’ sala 1972 de dijê terorîstên komkujê Mûnîh’ê bi destên saloxî yan hati bûn kirin ango na? Meir Dagan, biruyêk ken bersîv da bûn ku, ‘raste’.

Em dibînin ku Amerîka dijê çavkanî yên uranyuma Îran’ê ye. Amerîka û Esraîl dixwazin ku çekên nuklêr nê hilberandin. Ji bo çi Îran jehr birjîne û bi hilbirandina çekê nuklêr tev gerdûnê gef bike? Ji bo ev, em dibînin ku şerêk leşgerî xwe nîşan dide. Şerêk din jî şerê aborî ye ku aborîya Çin û Rusya di bazîrganî ya navnetewî de bên veto kirin.

Ez dijê şerê leşgerî yê me. Em zanin ku sedsala 21’da şerên çekdarî yê daxwazêk paşverû ye. Lê Kurd hertim ji bo mafên xwe nav şerde ne. Ji ber vê yekê çiqas êrîş li neyarên Kurda bêkirin, kêrê Kurdîstan’ê ye. Şerêk ku dijê hilbirandin a nuklêr be, bin navê merovatî yê de daxwazêk mafdar e.

Ji bo me Kurda jî derfêtêk mezine ku zorbazî ya Îran’ê bikeve. Ber vê yekê ku berpirsyarên Kurd karibin nav vê proxrama şer de mafên xwe bidin bazar kirin û nekevin nav dafikên Tirkiya û Îran’ê û bihawayêk din şer re mijûl nebin çêtire. Îsal salêk gelek girînge ku Başurê Kurdîstan’ê pêşkeve û Federasyonên hevedudanî bên bang kirin.

Solîn HACADOR

Back to top button