Polîtîk

Serdana heyeta 3 partiyên kurda ya bexdayê ne rewaye

Serdana şanda Goran,Komele û gruba Behrem Saleh ya Bexdayê tê rexne kirin. Çavderên siyasî  dibêjin, tu sedemek tuneye ku ev hersê ali bi serê xwe herin Bexdayê û pirsgirêkên di nava Hewlêr û Bexdayê de, li gel serkirdeyên Iraqê gotûbêjan bike. Di vê derbarêde , berdevkê encûmena serkirdatiya Partî li Silêmaniyê û Helebçe Eta Şêx Hesen ji Kurdistan24ê re ragihand: “Derketina her şandekê ji Herêma Kurdistanê, pêwîst e di çarçoveya desthelata dezgehên niştimanî de be, serdana şanda hersê aliyan ji derveyî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistan bû”.Endamê ofîsa ragihandina YNK Azad Tewfîq got: “Heger bi mesela rewatiyê be, ew hersê aliyên ku serdana Bexdayê kirine, Tevgera Goran û Komela Islamî tenê 30 kursiyên wan yên Perleman hene, Hevpeymaniya ji bo Demokratiyê jî hîn tevgereke nû ye û ti kursiyên wê yên perlemanî nebûne, lê YNK û Partî 56 kursiyên wan yên perlemanî hene, bi vê pîvanê, ne rewatiya hikûmî nejî ya perlemanî ji şanda wan hersê aliyan re tine ye”.Ji aliyê xwe ve jî, serokê firakisyona Tevgera Islamî ya Kurdistanê Arî Ebdilletîf  ragihand, ku derketina her şandek ji hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bêyî destûrdana perleman û hikumeta Kurdistanê, û bêyî veger li nerîna xelkê û dezgehên Herêma Kurdistanê, ti wate jê re tine ye û li berjewendiyên bilind yên gelê Kurd û doza wî ya rewa dide.Berî çend rojên derbasbûyî, şandek ji Tevgera Goran, Komela Islamî û Hevpeymaniya ji bo Demokratî û dadmendiyê, bêyî destûrê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bistîne, serdana Bexdayê kir û li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokê Iraqê Fûad Masûm û çendîn aliyên din yên Iraqî civiya.

Back to top button