Nivîsar

Serdana Beşikçî ya li Swêd

Îsmail Beşikçî serdana Swed kir.Rojnemevan Abit Gurses behsa serdana Beşîkçî dike:

SERDANA BEŞÎKÇÎ BO SWEDÊ…

Mamoste Ismaîl Beşîkcî li gel Serokê Weqfa IB Ibrahîm Gurbuz û Alîkarê Serokê Weqfê Ruşen Arslan ji bo çend hevdîtin, konferans û çalakiyan di navbera rojên 26’ê İlonê û 2’ê Cotmehê li Swêdê bûn.

Qasê du sal berê Ibrahîm Gurbuz û Ruşen Arslan hatibûn Stockholm li vir civîneke înformasyonê de derheqa Weqfa Ismail Beşîkcî agahdarî dabûn Kurdên Swêdê. Di wê civînê de rewşenbîrên Kurd daxwaza hatina Beşîkcî bo Swêdê anîbûn ziman. Piştî vebûna weqfa IB jî gellek kesayetiyên Kurd bi wesileyên curbecur ev daxwaz gihandibûn Mamoste Beşîkcî û berpirsiyarên weqfê. Berpirsiyarên weqfê jî muhawele dikirin ku mamoste Beşîkcî razî bikin da ku boykota xwe serdana welatên Ewrupî bi dawî bîne…

Piştî serdaneke serkeftî bo Başurê Kurdistanê, Mamoste Beşîkcî  li ser daxwazên bi israr razî dibe ku serdana Swêde bike… Piştî ku Mamoste Beşîkcî û Weqfa Beşîkcî vê biryarê dan, bi Dostên Weqfa Beşîkcî û Weqfa Çanda Kurdî li Stockholm re pêywendî danîn, da ku programeke bê danîn…

Bi Serokê Weqfa Çandî kak Salih Ince, İsmail Taha û Çetîn Çeko, hin dostên Weqfa Beşîkcî re me dest bi amadehiya serdana mamoste Beşîkcî û hevalên wî pe re kir.

Mamoste Beşîkcî, Ibrahim Gurbuz û Ruşen Arslan roja 26’ê İlonê gihiştin Stockholmê. Hevalên wî kevin kak İkram Delen, Recep Maraşli û Mumtaz Aydin, Nihat Akar, Çetin Çeko, Ismail Taha em tev de çûn pêşiya wan.

Her di vê rojê de êvarê Kak Şexmus restorana  xwe de şîveke vejeterî amadekiribû. Heval û Avukatê Beşîkcî Kak Şerafedîn Kaya ku 30 salan zêdetir bû hevûdu nedîtibûn ji Almanya hatibû. Herweha Huseyin Yeşildag, Abdullah Irmak ji pê ra hatibûn. Wekê din Dr. Suleyman, Selim Çurukkaya, Kenan Fani Dogan, Taner Bayrak, Laleş Qaso, Zozan Uzun jî li wir amadebûn. Piştê şîvê hin kes bi Beşîkcî û mêvanên din ra sohbet kirin, suretê xwe girtin piştra civat belav bû…

Untitled_664728058.jpg

Ji bo ku Kak Şerafedîn, Recep Maraşli, Huseyin Yeşildag û Abdullah Irmak bikaribin Mamoste Beşîkcî ra sohbetê bikin, hatin li ba mêvanan. Bi sohbeteke germ kak Şerafedin Kaya û Mamoste Beşikcî rojên xwe yên kevin yad kirin…

PEN CLUBA SWEDî

Di roja 27’e mehê hevdîtina Beşîkcî û Weqfa Beşîkcî bi PEN Clubâ Swêdê re hebû. Nivîskar Firat Cewerî ku endamê rêvebir a berê ya PENâ Swêdê bû li ser firavîneke hevdîtineke berhemdar pêkanî. Heyeta PEN Club ji bo têkiliyeke domdar amadehiya xwe dan zanîn. Momoste Beşîkcî û heyeta Weqfê jî ji bo peywendiyeke demdirêj xweşhaliya xwe anîn ziman.

Piştî hevdîtina heyeta PEN’ê Mamoste Beşîkcî serdana Kitêbxana Stockholmê (Stadsbiblioteket) kir. Li wê derê kitêbên xwe yên li Tirkiye qdxexikirî dîtin.

KITÊBXANA KURDÎ

Her di vê rojê da hevdîtina heyeta Weqfê bi Kitêbxana Kurdî li Stockholm re hebû. Di navbera Kitêbxana Weqfa Beşîkcî û Kitêbxana Kurdî da ji aliyê kak Newzad Hirorî û kak İbrahîm Gurbuz ve protokoleke hevkariye hate imzakirin. Beriya îmzakirina protokolê birêz Beşîkcî û kak Newzad Hirorî axaftineke kurt kirin. Her di vê merasimê de kak Şerafeddîn Kaya, Seroka Federasyonê Şermîn Bozarslan û hin nivıskar û rewşenbîrên Kurd jî amade bûn…

Untitled1_110520330.jpgKOMELA JİNÊN KURDİSTANÊ.

Li ser daxwaza Seroka Komela Jinên Kurdistanê Seyran Duran, mamoste Beşîkcî, kak Ruşen Arslan û İbrahîm Gurbuz serdana Komela Jinan kirin. Rêvebir  û endamên komele pêşevaziyeke germ nîşan dan.

Piştî rojeke têr û tijjî vegeriyan mala kak Ismail Taha, ku Mamoste Beşikcî, kak Ruşen Arslan û kak İbrahim Gurbuz lê mêvan bûn. Her disa wê şevê sohbeta kak Şerafedîn Kaya Beşikcî ra berdevam kir.  Recep Maraşli, Huseyin Yeşildag, Abdullah Irmak, Ikram Delen, Cemil Gundogan, Taner Bayrak, Çetin Çeko jî tev lê sohbetê bûn…

HEVDÎTİNA M. EMİN BOZARSLAN.

Dost û hevalê qedîmê mamoste Beşikcî, Seyda M. Emin Bozarslan beriya konferansê hevdîtinek pêkanîn. Piştî gellek salan hevdîtina wan her du çinaran bi rastî gellekî balkêş bû… Her du jî weka zarokeke bi keyf bûn… Min seyda weha bi keyf û coş tu car nedîtibû. Li gel Bozarslan kak Muxlis Erdem, kak Ali Zerdeşt, kak Mehmed Alyakut û Rojhilata Kurdistanê kak Hamid jî hebûn… Kak Ruşen Arslan û Kak İbrahim Gurbuz jî dîtina seyda gellekî keyfxweş bûn… Piştî sohbeteke germ, me tev da berê xwe da salona konferansê…

KONFERANS

Konferansa Mamoste Bşîkcî  roja 28’ê Ilonê saet 13.00 li ser ‘’Bi Perspektîveke Dîrokî, Pirsa Kurd û Çareseriya Wê’’ bû. Dema mamoste Beşîkcî kete hindurû, gellek kes bi germayî pêşevaziya wî kirin û dixwestin pê re biaxivin û suretên xwe pê re bigrin.  Hezkirineke, eleqeyeke weha mezin pir kêm caran tê dîtin. Bi rastî Kurd wefadariya xwe bi coşeke germ nîşan dan. Ji bo konferansê saloneke 400 kesî hatibû girtin. Hingî xelk zêde hatibû, salonê de cîh nema. Bi lez û bez xebatkarên jêhatî yên Weqfa Kurdî saloneke din kirê kirin, bi ekranekî mezin mirov karibû yekser guhadiya mamoste Beşîkcî bikira. Guhdarvan ji her çar parçeyên Kurdistanê, Tirk, Suryanî û hinek jî Swêdı bûn. Jiber tijîbûna salonê Gellek kes li ser piya guhdariya Mamoste Beşîkcî kirin. Gellek kes ji bajarên dûr hatibûn. Hinek kes jî ji Danmark û Almanya hatibûn…

Konferans tam di wextê xwe de destpêkir. Axaftina Mamoste bi tirkî bû, ji aliyê xanimeke Kurd ku yek jê rêvebira Weqfa Kulturi ya Kurdî ye, Hediye Guzel ve dihate wergerandin ser zimanê Swêdî. Mamoste İsmail Beşikcî bêhtir li ser dîrokê sekinî. Rewşa Kurdan di salên 1920’î da, Hikumetên İttihad Tereqqî, qirkirina Ermeni û Suryaniyan, Qirkirina Romên Pontus û Ege’yê, Asimile û Qirkirina Kurdan, Qira Ermeniyan de rola Kurdên ku hevalbendê dewletê bûn… Herweha antî-Kurdbûna nîzama navneteweyî, bi navê biratiya islamê xapandina Kurdan û Milletekî 40-50 milyon ku hîn jî nebûye xwedî statuyeke, sekinî…

Piştî axaftina Beşîkcî, navbereke hat dayîn, di vê navberê de pirsên guhdaran bi niviskî hat berhevkirin. Ji ber kêmbûna wext Mamoste karibû bersiva 3 pirsan bidê. Piştî xeberdana Mamoste gellek kes  li dora wî kom bûn. Hin ji wana dixwestin silaveke bidinê, hin jê xwatir dixwastin, hin jî dixwastin wî maç bikin, hembez bikin û sureteke pê ra bigrin…

Bi rastî me Mamoste Beşîkcî bi zorê ji destê heyran, dost û hevalên wî derxist. Kaoseke wusa çêbû ku em neçar man ku wî di deriyê xeterê (tehlike çıkış kapısı, noduttgong) re derxin dervayê salonê.

Untitled5_790184506.jpg
TİRBA OLOF PALME,

Piştî ku em bi vî avayî ji salonê derketin, me xwe gihand otomobila xwe, ji bo ku otomobîlê de jî dora me neyê girtin, min otomobila xwe ajot hewşa Dêrê. Em li benda Kak İbrahim Gurbuz û Kak Ruşen Arslan man. Min go, Xocam Tirba Palme jî li vir e. Mamoste jî got, em herin li ser tirba wî. Em çûn ser tirba Palme, min çend suretên wî girtin, hetta Kak Çeko, Kak Ruşen û Kak İbrahim gihandin li ba me… Wan jî çend suret girtin, me berê xwe da mal, ji bo ku Mamoste hinek xwe rehet bike, da ku bikaribe Şîva Piştgiriya Weqfa xwe de li ser xwe be…

ŞÎVA PİŞTGİRİYA WEQFA BEŞÎKCÎ,

Untitled3_364764945.jpg

Bi amadeyiya Weqfa Çanda Kurdî ji bo 140 kesên vexwendî re şîveke hat dayîn. Hem ji bo mamoste Beşîkcî û berpirsiyarên Weqfê dost û hevalên xwe û  Weqfa Beşîkcî bibînin, hem jî bikaribin hinek alîkariya maddî jî Weqfa İsmaîl  Beşîkcî re berhev bikin, serê her şexsekî 500 kron hatibû xwastin. Camêreke tirk (Kak Bahaddîn) yek jî Kurd (Kak Mahmud) vê şevê bê ku quruşeke werbigrin, her tişt ji kîsê xwe pêşkêş kirin. Di vê şevê de baştir mecal hebû ku dost û hevalên kevin Beşîkcî bibînin. Di vê şevê de kesayetiyên Kurd ku hez ji Beşîkcî û Weqfa Beşîkcî dikirin amade bûbûn, li vir ne mimkine nav bi nav bê nivisandin, ji xeynê Nunerê Hikumeta Herema Kurdistanê, hin hevalên kevin yên Beşîkcî ku hazir bûn ev bûn, Avukat Şerafeddîn Kaya, Nezir Şemikanli, Avukat Veysi Zeydanlı, Faruk Aras, Reşo Zîlan, Ikram Delen, Mahmut Kiper, Recep Maraşlı herweha kak Omar Şexmus, Hamid Newroz û gellek nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîr amade bûbûn… 

Di nav atmosfereke samimi û dostane de bi dehan kes mamoste Beşîkcî ra sohbet kirin, suretên xwe girtin. Her weha Kak Ibrahim Gurbuz, Kak Ruşen Arslan bi gellek şexsiyetên Kurd ra mecala sohbetê dîtin û derheqa Weqfa Beşîkcî de bersivên pirsa wan dan, agahdarîyên yekser dan dostên Weqfê…

Bi rastî di vê Şîva Piştgiriyê da jî kadroyên ciwan yên Weqfa Çandî jêhatibûna xwe dîsa nîşan dan. Şeveke rêk û pêk amade kirin…

SİGTUNA Û UPPSALA.

Di roja 29’ê Ilonê jî li gel Mamoste Beşîkcî, Kak Ruşen û Kak Ibrahim me berê xwe da Sandvîken. Demekî berê Battal Battê heval û dostê Beşîkcî û Weqfa Beşîkcî ji dilê xwe ameliyat bûbû hîn ji di nekahatê de bû. Mamoste û heyeta Weqfê xwestin serdana wî bikin.

Li ser rêya Sandvîken me rêya xwe li Sigtuna xist. Sigtuna bajarekî kevnê Swêdê ye. Beşekî bajêr hatiye parastin, mirov dikare çend sed salê berê ya Swêdê nimuneyan tê de bibîne.

Pişt ra me berê xwe da Dêra Mezin ya Uppsala (Uppsala Dom Kyrka) li wir jî Kak Muxlis Erdem, Kak Alî Zerdeşt û Kak Xalo li benda Mamoste Beşîkcî û mêvanên pê re bûn. Dêra Mezin a Uppsala hem tarîxî ye, hem jî gellek heykel, tablo û tirbên kevin tê de hene. Piştî gera Uppsala me berê xwe da Sandvîken mala Battal Battê. 

Untitled4_616214092.jpgSANDVÎKEN

Li mala Battal Battê gellek kes bi avakî germ mamoste Beşîkcî û heyeta weqfê pêşevazî kirin. Hin ji wana kak Zinawur Haco, Behzat Battê, hunermend Ciwan Haco, Kamran Haco gellek şexsiyetên din . Piştî firavîneke kurdewarî sohbeteke germ destpêkir. Herkes xweşhaliya xwe bi dîtina Beşîkcî anî ziman, li ser peywistiya piştgiriya Weqfa Beşîkcî sekinîn. Hunermend Ciwan Haco da xwuyakirin go amadeye piştgiriya Weqfa Beşîkcî bike…

Kurdên derdora Sandvîken ji her çar parçeyên Kurdistanê bihistibûn Mamoste Beşîkcî serdana Sandvîken bikê, lokaleke girtibûn xwestibûn mamoste bibînin û guhdariya wî bikin. Mamoste Beşîkcî  li wir jî li ser pirsa Kurd semênerekî da. Bersiva pirsên guhdaran da.

BELEDİYE STOCKHOLMÊ (STADSHUSET)

Roja 30’ê Ilonê Mamoste Beşîkcî û berpirsên Weqfê serdana Belediye Stockholmê (Stadshuset) kirin. Li wir ji aliyê siyasetmedara Kurd ji Partiya Çepa Swêdê Naile Aras ve hatin pêşevazîkirin. Her di vê avahiyê de salona ku rêûresmê Xelata Nobel tê çêkirin, geriyan… Piştra çûn Muzexana Wasa (Wasamuseet) ku yek jê Şahên bi nav û deng a Swêdê Gustav Wasa ew keşti çendsedsal berê daye çekirin, sefera pêşî da binav buye, piştî zêdeyî 300 sal paşê ji bin av hatiye derxistin îro wek muze ji turistan re, tê nîşandan…

KOMELA ASURİYAN

Bi vexwendina Serokê Komela Asuriyan Feyyaz Kerimo, Mamoste Beşîkcî, heyeta weqfê êvarê serdana Komela Asuriyan kirin. Piştî axaftineke kurt ya serokê komele, Beşîkcî li ser rewşa Kurd, Asuri-Suryani û Ermenan axaft. Bersiva pirsên guhdaran da.

Piştra êvarê Mamoste Beşîkcî û heyeta weqfê bûn mêvanê Cemil Gundogan, Meral Gundogan, Kak Mahmud û Kak Bahadîn, Omer Fazli û xanima wî…

PARLAMENTOYA SWED

Roja 1ê Cotmehê saet 13.00 seminera Mamoste Beşîkcî li Parlamentoya Swedê de çêbû. Seminera Beşîkcî ji aliye Tora Parlamenteran Kurdistan û Swed ve hatibû amadekirin. Li ser navê vê grubê parlamenterê Partiya Gel (Folk) birêz Kak Ismail Kamil li gel parlamenterekê Sosyaldemokrat ev seminer amade kirirbûn. Ji xeynê partiya nijadperest (rasist, nehatibûn davetkirin) ji  hemmu partiyan parlamenter seminerê de beşdar bûn. Wekê din rojnamevanên Swêdî û Kurdî jî civînê şopandin…

Civîn bi axaftina parlamenterê  Folkparti Fredrik Malm ve destpêkir. Fredrik Malm axaftineke kurt behsa xebat û berxwedana Mamoste Beşîkcî kir û got, ‘’Em serbilindin ku iro li parlamentoya Swêd de Mamosteyê birêz dibe mêvanê me, ez wek şexis naskirina mamoste gellek xweşhalim… Fermo, Mamoste İsmil soz ya te ye…’’

Piştra, Alikarê Serokê Weqfa Beşîkcî  Ruşen Arslan li ser jiyan û xebata İsmaîl Beşîkcî axaftineke kurt kir. Sedema destpêkirina gera Mamoste Beşîkcî ji Swêdê bi naskirina Enfal û Helebce wek Jenosîd ji aliyê Parlamentoya Swêdê ve destnîşan kir…

Li pey ra Kak Ismail Kamil derheqa birêvebirina civînê de agahdarî da.

Bi tercumeya Hediye Guzel Mamoste Beşikcî dest bi axaftina xwe kir. Beşîkcî Li ser dij bi Kurdbûna (Anti-Kurd) nîzama navneteweyî  sekinî. Bersiva rojnamevan û parlamentaran da. Rojnamevan Bitte Hammargren li ser ‘’paketa hikumetê’’ pirsî, Mamoste Beşîkcî got, ‘’Ne Bes e…’’ pirsa parlamenterê Partiya Çep ra jî bersiv da û got, ‘’Sedsala 21 emin wê bibe sedsala Kurdan….’’ Piştî civîneke serkeftî parlamentera Partiya Sosyaldemokrat Roza Guçlu,  Mamoste Beşîkcî û heyeta weqfê parlamentoyê de gerand…

FEDERASYON U PLATFORMA PARTİYÊN KURDİSTANÊ

Li ser vexwendina Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Mamomoste Beşikcî u heyeta Weqfê serdana Federasyonê kirin. Herweha nûnerên partiyên her çar parçeyên Kurdistanê jî  li vê civînê de amade bûn. Seroka Federasyonê Şarmîn Bozarslan xerhatina mevanan kir û hevalên xwe da naskirin. Piştî ku nûnerên partiyan jî xwe dan naskirin, Serokê Weqfê Kak Ibrahim Gurbuz derheqa Weqfa Beşîkcî informasyon da beşdaran. Li pey ra Kak Ruşen Arslan derheqa Mamoste Beşîkcî axaftineke kurt kir.

Pişt ra Mamoste Beşîkcî jî li ser rewşa Kurdistanê peyivî. Seroka Federasyonê da zanîn ku derfet çêbe dê Federasyon alikariya Weqfa Beşîkcî bike. Beşdarvanên civînê rêz û hezkirina xwe anîn ziman… Bi xatir xwestinê programa Mamoste İsmaîl Beşîkcî û Weqfa Beşîkcî bi dawî hat…

Mumtaz û Leyla Aydin, li mala xwe de şîveke amadekiribûn. Gellek kes bi hêviya dîtina Mamoste Beşîkcî û mêvanan li wir bûn. Wek Mahmud Kiper, Mahmud Lewendi, Vildan Tanrikulu, Osman Aytar, Rocivan Yeşil, Medeni F. Marsil, Şukran Baksi, Cemal Bakaç, Nedret Bilici, Muzeyyen Esmer, Fayiz Demir uhwd.

WEGER,

2’ê Cotmehê me mêvanên xwe gihandin Arlanda û berê xwe dan Istanbolê.

Mamosteyê hêja Dr. Ismaîl Beşîkcî ji bo Kurd û Kurdistanê xebatên hêja kirine, em Kurd wefadariya xwe nîşan didin.

Bi danîna Weqfa Ismaîl Beşîkcî Kak Ibrahîm Gurbuz, Kak Ruşen Arslan û camêrên din karekî pîroz û hêja kirine. Divê em pişt bidin Weqfa Ismail Beşîkcî da ku bi sedan salan bijî…

Abit Gurses

 

Back to top button