Nivîsar

Serdana Barzanî bû fetlek siyasî ji bo destpêka pêvajoyek nû

Serdana serok Barzani ya Bexda û Necefê di demekî de pêkhat ku cardin dikare bibe fetlek siyasî di pêvajoya piştî avakirina hukumeta Iraq û hilbijartinên parlementoya Kurdistanê.

Gelek cara Mesud Barzani serdana Bexdayê kiriye her serdana ku Barzani kirî bûye rûpelek nûjen di pêwendiyên Kurda û Bexdayê de. Her serdan hinek destkeftî li gel xwe anine.

Serdana Barzani ya 22-23/11.2018ê ji bo Bexda û Necefê ne tenê ji bo herêma Kurdistanê belkî ji bo pêşeroja Iraqê jî gavek girîng bû. Taybetî pişgiriya Amerika û welatên hevpeymaniyê dida xûyakirin ku gelek pirsgirêkên ku ew bi xwe jî nikarin çareser bikin bi vê serdanê hêviyek peyda kir ku pirsgirêkên heyîn bi awayekî bêne çareserkirin.

Rewşa Iraqê gelektevlîheve. Parçebûna aliyên siyasî û heyina bi dehan alî û partî di parlementoya Iraqê de , rewşa civakî ya etnîkî û olî gelek zehmetîyan di tevlîhevbûna rewşa siyasî û civakî de pêktîne.

Serdana Berzanî di vê demê de bû wek nûkirina pêvajoyek ya baweriyê di navbera Bexda û Hewlêr de jî. Taybetî piştî xiyaneta 16ê Oktobera 2017ê û heta helwesta beşek ji Kurda li gel Bexdayê dihat têgihandin ku li himber Barzani û di kesayeta wî de li himber Kurda û Hewlêr eniyek xirab heye. Vê serdanê cardin xiyanet rûreş kir û da xûyakirin ku mercîyeta pirsa kurd kîye û nawenda vê li kû derê ye.

Mesud Barzani gelek cara serdana Bexdayê kiriye, eger mirov çavê xwe li dîrokê bigerînê dibînê ku, Mesud Barzanî cara yekem wek kesayetek siyasî û nûnertiya kurda, sala 1970ê li gel tekoşerê hêja birayê xwe Îdris Barzani di çerşoveya peymana 11ê Adarê de serdana Bexda kiriye.

Carek din piştî raperinê sala 1991ê serdana Bexda kiriye û li gel qatilê gelê kurd Sedam Huseyîn ji bo destxistan mafê rewa yê gelê Kurdistanê runiştiye.Ji bo vê serdanê serok Barzani gotibû ku; dema min berê xwe da Bexdayê wek ez di nava Gola Xwînê de herim.

Piştre sala 2003ê dema piştî ruxandina Sedam Huseyin ji bo nû ve dizaynkirina Iraqê û pêkanina destûrekî ji bo Iraqa nû Mesud Barzanî serdana Bexdayê kir. Ev serdana niha jî her wek van serdana girîng û di demek gelek zîz de pêkhatiye.

Ji berî vê serdanê Iraqê êrîşê Kurdistanê û taybetî êrîşê Barzani û PDKê kir û cardin hewlda Kurdistanê dagir bike, lê berxwedana Pêşmergeyên Kurdistanê ev hewesa wan têk bir û cardin li himber dagirkeran Mesud Barzanî wek çiyayekî sekinî bû.

Ev serdana herî dawî jî, ji bo vê yekê gelek girînge û nirxek gelek nehînî di vê serdanê de weşartiye. Lê gelek cara mixabin hinek aliyên Kurda vî nirxê bi biha nabînin û di nava hewldanên tevlîheviyekî dene.

Barzanî di vê serdana xwe de hemû aliyên siyasî û berpirsên dewleta Iraqê dîtin. Li gel Ereba, Şîeya, Suneya Mesihiya û Turkmana hevdîtin pêkanîn û gotubêj kirin. Barzanî li gel aliyên etnîkî û olî teva rûnişt. Berzanî li gel serokê Parlementoya Iraqê, li gel serokwezîr û serokê fraksiyona civiya, li gel serokwezîrên berê hevdîtin kirin. Lê Barzanî tenê kesek nedît ew jî serokkomarê Iraqê Berhem Saleh bû. Ew kes bû ku ji bo serokkomariya Iraqê pê li hemû nirxên siyasî û mirovatî kirîbûn. Belkî jî hurgûliya serdan serok Barzanî ya Bexdayê ya herî girîng û nehatî ditrîn jî ev bû.

Barzani bi vê helwesta xwe da xûyakirin ku, Berhem Saleh serokkomarê erebane ne yê kurdane û ew jî ji bo vê kesayeta wî ya xirab û zeyif tu girîngiyêkî nedayê.Belkî dema hewldan hatin kirin ku dema Barzani herê Bexdayê Berhem Saleh ne li wê derê be, lê ya rast ewe ku Barzani nexwest Saleh bibîne. Yên Mesud Barzanî nas dikin baştir tê digihin ku ji bo çi serokkomarê Iraqê nedît.

Tê zanin ku piştî şerê DAÎşê û taybetî piştî pêkanina referanduma serxwebûna Kurdistanê li Iraq û Kurdistanê gelek tişt hatin guhertin. Ne tenê Iraqê dewletên herêmê jî şerê Barzani û Kurdistanê kirin. Kurdistan demek gelek zehmet re derbas dibûya, dema Nêçîrvan Barzanî ji bo cardin deriyê diyalogê veke û ablokeya li ser Kurdistanê heyî bişkîne, hinek aliyên siyasî bi xwelîserî sixûriya Bexdayê dikiran û hewldidan ku hemû rêya li pêşiya vekirina deriyek yê xêrê li Kurdistanê bigrin. Dema cara yekem piştî van bûyeran Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir gelek leyiztik têkbirin û cardin rûyê xiyanetê derxist holê.

Ji bo vê û gelek sedemên din serdana serok Barzanî cardin dîrok nivîsî û bû hevîyek mezin ji bo misogeriya destkeftiyên Kurdistanê.

26.11.2018
Dara Bilek

Back to top button