Polîtîk

Şer di navbera hêzên Pêşmerge û DAÎŞê de çîbû

Li ser sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê li qeza Şingalê, şerekî giran navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê berdewm dike. Malperke nêzîkî PYDê jî dibêje ku şervanên YPGê di wî şerî de piştgiriya pêşmerge dikin.

Peyamnêrê Tora Meydyayî ya Rûdawê li Şingalê ragihand ku li xala sînorî ya Seydo Kulî li rojavayê nahiyeya Sinûnê ya girêdayî qeza Şingalê, şerê navbera pêşmerge û DAÎŞê berdewam dike.

Peyamnêrê Rûdawê tekîd kir ku piştî ku DAÎŞê dest danî ser bajarê Mûsilê, hêzên artêşa Iraqê ji xala sînorî ya Seydo Kulî reviyan û çekdarên DAÎŞê cihê wan girtin, pişt re şerekî giran navbera hêzên pêşmerge û DAÎŞê li wê navçeyê derket.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, gelek kuştî û birîndarên DAÎŞê li wê navçeyê hene û hêzên pêşmerge jî pêşdikevim.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê diyar kir ku ew xala sînorî gelek girîng e, lewra hêzên pêşmerge bi hemû awayekî hewl didin ku DAÎŞ ji wê xalê û navçeyê jî derbikin.

Ji aliyê xwe ve, rêveberê ragihandina wezareta pêşmerge Helgurd Hîkmet ji Rûdawê re got ku çekdarên DAÎŞê di şerê li xala sînorî ya Seydo Kulî de cenazeyê kuştiyên xwe li pey xwe dihêlin.

Her derbarê wî şerî de, malpereke nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî ragihand ku di şerê li ser sînorê Şingalê de “şervanên YPGê ji aliyê Rojavayê Kurdistanê de piştgiriya hêzên pêşmerge dikin.

Li aliyê Rojavayê Kurdistanê, bajarokê Cezhe nêzîkî xala sînorî ya Seydo Kulî ye. Ew bajarok di bin kontrola YPGê de ye./Rudaw

Back to top button