Cîhan

Şer destpê kir

Amerika, Fransa û Britanya  li Suriye êrîşê 3 nawendên ku çekên kîmyawî lê têne çekirin kirin. Televizyonun cîhanê weşanên xwe sekinandin û behsa vê nûçeyê kirin. Pentagon  di derbarê Êrîşê de daxûyanî da.Li paytextê Suriye li Şamê dengê teqandina hate sehkirin. Tê ragihandin ku sistema parastina ezmanî ya Suriye li dijê êrîşê kar kir.Serokê Amerikayê Trump derket televizyonê û got: Min fermana vê êrîşê da .Trump spasiya Fransa û Brîtanya kir.Rusya li himber vê êrîşê daxûyaniya ewil da. Balyozê Rusya yê Amerika Antonov got: Ev çalakiyên bi vî awayî bê bersiv namînin.Em êrîşê şermezar dikin dê encamên vê yên herêmî çêbibin.Amerika, Fransa û Britanya hêzên rejima Suriye kirin armanc û li Şamê, Hamayê, Humsê û Sûveyda  êrîş birin ser nawendên hêzên rejima Esad.Li gora ajansên cîhanê dema ku Trump daxûyani da, hêzên Amerikê li Şamê baregeha muhafizên Cumhurî, Balefirxaneya Dumeyr, derdora balefirxaneya Şamê,Nawenda lekolînên zanyarî ya Cemeyrê, çiyayê Kazyon, Kisve û devera Kalamûn bombebaran kirin û fûze avêtin van deveran.Herweha Brîtanya û Farnsayê jî êrîşê herêmên di bin kontrola rejimê kirin. Li Hemayê balefirxane, li Humsê herêma Kuseyrê baregehên Hizbullahê, li Drayê baregehê hêzên Îranî, gelek xalên leşkerî, li Suveyda balefirxaneya Halhala, li Dera devera îzra bû armanca van êrîşan.Rejima Esad da xûyakirin ku hinek fûzeyên van welatan di hevayê de hatine îmha kirin.

Back to top button