Polîtîk

Şengal ya kiye?

 

Piştî pêşmergeyên Kurdistanê encama operasyonek berfireh derdora Şingalê azad kirîn, berpirs û endamên PKKê di derbarê rewşa Şingalî û Kerkûkê de hinek daxuyanî dan.

Rewşa Kurdistana Başûr û madeya 140 tê zanîn. Kurd dixwazin li welatê xwe xwedî desthilatbin û xaka Kurdistanê bi tevahî di bin desthilata Kurdistanê de be.

Ev yek pirsgirêka herî mezin e di navbera hukumeta Bexda û Hewlêr de.

Niha hinek berpirsên PKKê di vê derbarê de li dijê daxwaziyên Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê pişgiriyê didin hukumeta Bexdayê.

Di rastiya xwe de ev yek bi tu awayî nayê şirove kirin. Lê Ew kurdên pişgiriya xeta netewî dikin û herweha dixwazin madda 140 li Başûr encam bide, pêwiste li himber vê helwestê dengê xwe bilind bikin.

Ew aliyên ji bo ku heta niha ji bo cihbicihnekirina mqda 140 desthilatdariya Kurdistana Başûr rexne dikin, di vê derbarê de çi dibêjin? Ji bo çi bê dengin?

Pirs gelekî vekiriye. Gotinên berpirsên KCKê û HDPê zelalin.

Ew dibêjin:

“Em li dijê parçebûna Iraqê ne“(Cemil Bayık)

Bila vêca kantona Şengalê çêbibe(Duran Kalkan)

“Divê kerkûk û Şengal xweserbin“(Musatafa Karasu)

“Şengal bi awayê fermî girêdayê Iraqê ye, nabe Kurdistanê ve bête gêrêdan“ (Selahattin Demirtaş)

 

 

Back to top button