Nivîsar

Şengal Kurdistane yan ?

Ji berî salekî dema çiyayê Şengalê hatî azad kirin, hêzên pêşmergeyên Kurdistanê dest parastina xaka ku hatî azad kirin kir.Lê di wê demê de, hezek ji hinek êzidîyan bi navê Hêza Parastina Şingalê hate avakirin. Berpirsiyara vê hêzê Heyder Şeşo dikir. Heyder Şeşo endamê serkirdeyatiya Yekitiya Niştimana Kurdistanê ye. Ji aliyek din  PKK pişgiriya vê hêzê dike û dixwazê bi rêya wan li Şingalê cih bibe.Gelek vekirî tê zanîn ku di azadkirina Şengalê de tênê hêzên Peşmergeyên Kurdistanê cîh girtin û Şengal azad kirin. Lê di serî de PKKê û hinek aliyên din bi agahdariyên derew û nerast xwe kirin şirîkê azadkirina Şingalê. Heta piştî azadkirinê hinek alên HPGê jî li Şingalê hatin bilind kirin.Di rastiya xwe de piştî azadkirina Şengalê Pêşmerge rê li tu aliyek siyasî negirt. Niha Pirsa herî girîng li Şingalê ewe ku; dê aliyê siyasî de pêşeroja Şingalî çibe?Şingal Kurdistane. Lê bi awayê îdarî Bexdayêve girêdaye. Şingal dikeve madda 140î. Yanî Kurdistanê lê di nava herêma ji derê desthilatdariya hukumeta Kurdistanê ye.Şingal bi operasyona serokatiya serokê Kurdistanê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate azad kirin. Niha bi temamî di bin desthilatdariya hukumeta Kurdistanê de ye.Kurd dibêjin Şingal Kurdistane û em hêzêk din ya Iraqê li Şingal qebul nakin. Ji xwe di parktikê de hêzên Pêşmerge vî şerê li dijê DAÎŞê de bi awayekî sinorên Kurdistanê jî kifşkirine. Ev yek jî gavek gelek girînge ji bo ragihandina dewletek kurdî li Başûrê Kurdistanê.Hêza Parastina Şingalê(HPŞ) ji ku aliyê PKKê ve pişgirî lê tê kirin hêzeke girêdayê hêza Şîe ya Heşdil Şebi ye. Ev hêz girêdayê hukumeta Bexdayê ye û tenê ji Şîeyan hatiya avakirin . HPŞ jî mehane pereyên xwe ji hukumeta Iraqê distîne û çekên wan yên hukumeta Iraqê ye. Herweha berpirsên vê hêzê bi xwe li himber Raya Giştî vekirî dibêjin ku ew beşek ji hêzên hukumeta Iraqê ne.Dema welê be, desthilatdariya wan li Şingalê dibe desthilatdariya hukumeta Bexdayê. Herweha heyîn û mayina wan li Şingalê astenga herî mezin e di rêya ragihandina dewleta Kurdi de. Her hêz û aliyê kurdan ku pişgiriya vê hêzê dike, di bingehê xwe de dibin destê hukumeta Bexdayê li Kurdistanê.Heyder Şeşo ji berî niha jî hewldaye ku hêzên Heşdê Şebî bîne bixe Kurdistanê. Ji bo vî hêzê PKK li gel hukumeta Iraqê di nava pêwendiyan de ye. YNK li himber vê yekê bêdenge. Bi weşartî di nava vê planê de ye. Lê beşek ji serkirdeyatiya YNK ji vê rewşî ne rihetin.Bi vê siyaseta şaş PKK û PYD dibe destê hukumeta Bexdayê li Şingalê. Kurd hêzên hukumeta Iraqê li Şingalê naxwazin û rênadin vê yekê jî. Hêzên Heşdil Şebî li Tozxormato çewe şerê kurda dikin û dixwaze deverê ji kura pakij bike, dê sibe li Şingalê jî hewldana vê yekê bikin.Siyaseta li dijê ragihandina dewletek Kurdistanî niha jî li Şingalê dixwazê rolê xwe yê xirab bileyze.Li vêderê pirs ewe ku Şingal Kurdistane, yan ne Kurdistane?Parêzerên xeta netewî, ew hêza ku Şingal azad kirî û îro axa Kurdistanê û Şingalê diparêje dibêje: Şingal Kurdistan e..Aliyên li dijê xeta netewî li Kurdistanê, aliyên hêviyên xwe di hukumetên herêmê de dibînin û dibin destê wan di destwerdana Kurdistanê de dibêjin, Şengal ne Kurdistan e.Nûçe/analîzN.Firat 

Back to top button