Dosya

Senaryo û nexşeya kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê

Li gor destûra Îraqê, piştî pesindkirina encama hilbijartina ji aliyê dadgeha Federal ve, divê serokmarê Îraqê di nava 15 rojan  de civîna yekem ya parlamentoya nû amade bike û hemû parlamenterên nû ji bo civîna yekem vexûne (biryare di van çend rojan de civîn pêkwere). Di wê civînê de serokê/a parlamentoyê û serokomar tên hilbijarin û piştî serokomar tê hilbijartin, serokomarê nû dê kutleya mezin ya parlamentoyê teklîf bike serowkezîr destnîşan bike û di nva 90 rojan de kabîneya hikûmeta xwe amade bike û pêşkeşî parlamentoyê bikeParlamentoya Îraqê 329 endaman pêk tê, û ji bo kutleya mezin 165 parlamenter lazim in.Niha ev senaryo û îhtîmal hene ji bo pêkanîna kutle û grûpe emzin ku bikaribe hikûmetê pêkbîne:Kutleya yekem: Hevbendiya Fetih (48 kursî), Hevbendiya dewleta Qanûn (25 kursî), Hevbendiya Îmaknên Guhertin  (2 kursî) û Tevegra Îrade (3kursî)Nûrî Malikî, serokê hevbendiya Dewleta Qanûn  û Hadî Amirî serokê Hevbendiya Fetih ku, nêzîkî Îranê ne serokatiya vê kutleyê dikin û 78 kursî hene.Kutleya duyem: Saîrun (54 kursî) Hevbendiya Nesir (42 kursî), Tevgera Hîkme  (19 kursî) û Îtlava Weteniye (21 kursî)Heyder Ebadî , serokê hevbendiya Nesir û Miqteda Sedir , serokê Hevbendiya Saîron serokatiya vê kutleyê dikin  nêzîkî Amerîka ne û 136 kursî hene.Li jor diyar dibe ku her du ktleyên Şîye pêwîstîiyan wan bi kursiyên kurda û Sineyan heye;  kursiyên kurda 56 û kursiyên sineyan 51Eger kurd û sine xwe bidin kîjan alî rewş û nexşeyê parlamentoyê bi vî awayê jêr dibeYekem: Grûpa Ebadî û Sedir + Sune+ Kurd=243 kursî. Amerîka û Siudiye piştevaniya vê kutleyê dikinDuyem: Grûpa Nûrî Malikî û Hadî Amirî+Sune +Kurd= 184 kursî. Îran û Qeter piştevaniya vê kutleyê dikin.

Back to top button