Polîtîk

Semînerek li ser rewşa Rojava

Li Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê Semîner li Ser Rewşa Başûrê Rojavayê Kurdistanê
Îro di saet 19:00 de li avahîya Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê, li ser rewşa Başûrê Rojavayê Kurdistanê semînerek hat dayîn.

Sîyasetmedar (Endamê El-PARTÎ) Brêz Kerîm Xelîl, li ser rewşa Başûrê Rojavayê Kurdistanê û bi giştî li ser şoreşa Sûrî agahîyan da.
Brêz Xelîl, dîyar kir ku şoreşa Sûrî ne bi deste gel tê mêşandin. Şoreş piştî 6 mehê ewilî ji destê gel derket û li gor hesabên hêzên mezin tê birêvebirin.

Brêz Xelîl bal kişand ser mijareke girîng û got “ Rêxistinên çeteyî yên El Qaîde, Cebet el Nûsra di desten rejime de ne û rejim wan li gor dilê xwe bi kar tîne. Wan rêxistinan bi deste nîzamê bi hev re şer dikin. Rejîm dixwaze bi wî awayî ji cihanê re nîşan bide ku ger rejim bikeve kes tuneye ku karibe li Sûrî aramîyê çêke.”

Back to top button