Civak

Şehîdên 1ê Sibatê tên bi bîranîn

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di salvegera teqînên 1ê Sibata 2004an li baregehên PDK û YNKê peyamek belav kir û ragihand, “Em bi rêz û hurmet şehîdên nemir ên 1ê Sibata 2004an bi bîr tînin ku li baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê bûne qurbaniyên terorê.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ew ê hertim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî bimînin. Silav li malbatên wan ên serbilind, dirûd ji canê wan ê paqij re, bîranîna wan bi xêr.”

 

Bi minasebeta karasata  1ê Sibatê li parka Samî Ebdulrehman a Hewlêrê, merasîmek ji bo  salvegera teqînên 1ê Sibata 2004an ên li baregehên PDK û YNKê birêve çû.

Di wê merasîma bîranîna qurbaniyên 1ê Sibatê de, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tacegulek li ser monumentê danî.

Mesrûr Barzanî tacegul li ser monumenta şehîdên 1ê Sibatê danî
Mesrûr Barzanî tacegul li ser monumenta şehîdên 1ê Sibatê danî

 

Back to top button