Kultur

Seher Dilovan jiber gotinên Arinc dilgirane

Hunermenda kurd a bakurê Kurdistanê Seher Dilovan di hevpeyvînek digel Rûdawê de dilgiraniya xwe ya li beramberî daxuyaniya berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê ya derbarê Kurdistanê de anî ziman û ragihand ku bi gotinên wezîrê çand û tûrîzmê yê Tirkiyeyê dilgiranbûye ku gotibû: “Hinek hunermend, rojnamevan û nivîskar bi rêya nivîs û hunera xwe karê terorîstî dikin.”

Herwiha cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç gotibû: “Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye, ne gengaze ku rêya perwerde û xwendina bi zimanê kurdî bidim.” Seher Dilovan di vê derbarê de jî got: “Ez heqareta herduwan şermezar dikim, xweda aqil û fêhmê bide wan.”

Back to top button