Nivîsar

Saziyên Aştiya Toreyî

Ew kesên ku wek heqdêr û heqdar ku seza yan jî mefaya xwe werdigirtin, ne tenê Kurdên Bisilman bûn. Heweha Kurdê Ezdayî, yên Mesîhî, yên Elewî jî herwekî Kurdên bisilman rêzmendiya xwe ji wan saziyan re didane nişandan.

Zeynelabidîn Zinar

Bi sedê alan e bê ku desthelatiyeke siyasî ya Neteweyê Kurda hebû, lê belê dîsa jî hin sazî di nava wan de hebûne ku gelş û sergêjiyên Kurdan bi awayekî aştiyane çareser dikirin. 

Ew saziyên fexrî ku çareseriya gelşan dikirin, hetanî dawiya sala 1975-80 jî tiştên ku min bi xwe dîtine û di navê de bûme jî, ev bûne:

1. Saziya Rûspiyên Kurd.

2. Saziya Melayan.

3. Saziya şêx, axa, beg, maqul û xuyaniên Kurd. 

4. Saziya Pîrejinên Kurd. 

Bêguman hertim û hergav pirsgirêk di nava xelkê Kurd de derdiketin. 

Ji wan her çar saziyên ku hatine behskirin, pirsgirêka ku di nava xelkê de çêbûye karî kîjanê bûya, ew sazî pêr pêre mudaxele dikir û nedihişt ku pirsgirêk mezin bibe. 

Perpirsê ragihandina bo wan çar saziyan jî, mela bûne. 

Mesela, çi rûdanek çêdibû, pêşî bavê min pê agahdar dibû û feqiyên xwe dişandin ba wan saziyan û mesele ji wan re dihate gotin. Piştre ew sazî pêre pêre diketin tevgerê û mudaxeleyê gelşdar dikirin.

Pisgirêkên ku di nava xelkê de derdiketin, bi piranî ev bûne:

a) Doza li ser milkan.

b) Doza  li ser kuştinê.

c) Doza li ser revandina keçan.

d) Doza li ser revandina jinên bi mêr!

e) Doza li ser xisar û ziyanên ku di baxçe, rezan û çandiniyê de dibûn.

f) Doza li ser gelşên malbatî.

g) Doza li ser karê bazirgantiyê. 

    Û gelek dozên wisa yên din…

  1. Saziya Rûspiyên Kurd: Ji kesên navsere yên ku di nava xelkê de wek kesên baş hatibûne pejirandin avadibû. 

Ew rûspî li piraniya gundên Kurdistanê hebûne. Lê di nava wan de hin rîspî hebûne ku pir zêde ji aliyê başî û qenciya xwe ve hatibûne pejirandin.  

  1. Saziya Melayan: Ji melayên çend gundan hatibûne avakirin. Ew mela jî, di nava xelkê de wek melayên baş dihatin naskirin, di nava wan de jî yek berpirsyar bû. Eger melayê gund wê gelşa li gundê xwe çareser nekiribûna, îcar melayên herêmê diketin tevgerê û çareser dikirin. Çareserî jî çi bi navê Şerîetê, çi jî bi navê Silhê çêdibû. 
  1. Saziya şêx, axa, beg, maqul û xuyaniyên Kurd: Çendî ku li Kurdistanê kesên wisa pir hebûne, lê ji wan ên ku di nava xelkê de wek pisporê civatê dihatin naskirin û bi xuy û kiryarên xwe jî pir baş bûne, karê berpirsyariya lihevanîna dijberan dabûne ser milên xwe. Ew sazî, bi karê çareserkirina rûdanên mezin re dilipikî. 
  1. Saziya Pîrejinan: Ev civat tenê bi karê xeyda di nava malbatan de dilipikî. Bi piranî dema jin û mêr ji hev dixeyidîn, pîrejin diketin navbera wan û ew li hev dianîn. Bi piranî jî jima melê serkêşiya wan pîrejinan dikir. 
  • Di nava van saziyên aştiyê de ya ku di lihevanîna xelkê de zêde bi bandor bû, ya meleyan bûye. Ji ber ku melayên gundan bi hemû gelş û sergêjiyên xelkê re lipikdar bûn. Wek minak:

Gelek car bi şev, derengiya şevê ku em tev di xewê de bûn, teqereq ji derî û pencereyên me dihatin. Dema bavê me radibû û dipirsî, yan gundiyên me bûn an jî ji gundên cîranê gundê me bûn, hatibûn û bavê me bi rûdana ku çêbûye agahdar dikirin ku zû têkeve navbera wan, da zêdetir hevûdu neêşînin. 

Sezayên ku didane niheqan ev bûn:

. Ev saziyên ku hatine behskirin, desthelatiya wan hebû ku seza jî bidin kesên niheq. Cûreyên seza ev bûne:

  1. Dewar û pezê kesên niheq ji garan û keriyê pezê gund vediqetandin û kesê niheq heftiyek, an mehem şivatî û gavantiya pez û dewarên xwe dikir. 
  2. Dema bêşek an alîkariyek di nava gundiyan de çêdibû, kesê ku seza dabûnê, wî nedixistin nava civata ji bo wê alîkariyê.
  3. Dema şahiyek an şînek çêdibû, kesê ku seza dabûnê venedixwendin. 

Ew kesên ku wek heqdêr û heqdar ku seza yan jî mefaya xwe werdigirtin, ne tenê Kurdên Bisilman bûn. Heweha Kurdê Ezdayî, yên Mesîhî, yên Elewî jî herwekî Kurdên bisilman rêzmendiya xwe ji wan saziyan re didane nişandan. Hin kesên ku ne Kurd bûn jî, eynî wisa dilipikîn.

Sal 1962 an 63 bû, Kurdekî Elewî û Heciyekî Bisilman hatin cem bavê min ku şerîeta wan bike. Bavê min bangê du rîspiyên gund û du feqiyên xwe jî kir û got: ”Mesela heq û hiqûqê, têkiliya xwe bi ol û mezheban ve tune” û heq ji Kurdê Elewî re derket. 

Hêja ye ku bêjim, sal 1974 hetanî 1983, ez bi xwe jî wek serokê Komîteya Aştiyê ji bo lihevanîna gelşan şixulîme. Komîteya min ji gelek kesan pêd hatibû. Lê yên ku berbiçav dihatin naskirin ez, Mele Kazim û Mele Ehmed, bûn. Spas ji Xwedê re, me di wan salan de pir gelşên xelkê çareser kirine. Bi piranî dozên milkan hebû ku bi dehê salan bû ku dijminatî di nava wan de didomand. Hin ji wan jî dijminatiyên kevnar ên xwînê bûn.

x

Di wan salan de saziyên dewleta Tirkiyê yên wek dadgeh, cendirme û polîs li Kurdistanê zêde kar nedikirin. Ji ber ku çareseriya gelşên xelkê, wan saziyên ku hatin gotin çareser dikirin. 

Sal 1975-6 bû, sawciyekî Tirkiyê ji hevalekî me re gotibû:

”Ez ji hinga hatime virê, hêj kes nehatiye ba min û giliyê kesekî din nekiriye. Ma hûn Kurd, qet şer û qirên nakin?”

X

Hêjayê gotinê ye bêjim:

. Ew sazî û toreyên nijadî, hemû berhemên Medreseya Kurdî û yên Terîqeta Nexşebendî bûne ku bi sedê salan hatine domandin. 

Ev babetên ku hatin behskirin, gelek berfireh in. 

Lê bi hêviya ku ciwanên me li ser van babetan rawestin, lêkolîn bikin, têkilî bi kal û pîran re deynin û gotinên devê wan binivîsin, bikin malê mêjûya Kurd. Da ku ew toreyên kurdewariyê neyên jibîrkirin. 

Her şad û bextewer bin…

05/ 09/ 2022.12:34

Back to top button