Cîhan

Sarkisyan: Tirkiye li Qibrisê dagirkere

Serok Komarê Ermenîstanê Serj Serkisyan li Qibrisê di runiştina taybet ya Parlementoya Rum de axaftinek kir.

Li gor nûçeya radyoya Rumê Sarkisyan di axaftina xwe de got: Hewldanek mezin ji bo başkirina têkîliyên Tirkiye û Ermenîstan hate dayîn lê ji ber sekna hevnegirtiyên û daxuyaniyên bê wateyê yên Tirkiye di demekî kin de hewldanên me hatiye vala derxistin. Ger Tirkiye gel me aştiyek saz neke ne mimkune ku bibe endamê Yekîtiya Ewropa.

Sarkisyan da zanîn ku Ermenîstan bi ti awayî perçekirina Qibrisê napejirandiye û pejirandina tiştên wisa jî ne mimkune.

Sarkisyan wiha berdewam kir: Ermenîstan ti car destur nedaye ku bakurê Qibrisê perçe bibe û ji vê rojê şunde jî emê nehêlin. Ermenîstan digel Qibrisê difikire ku Magosa, Lefkosa û bajarên din, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin.

Hate ragihandin ku Serok Komarê Ermenîstanê Serj Sarkisyan piştî serdana xwe îşev ji Qibrisê derkeve.

Back to top button