Bavê min kurdê Tirkiyê ye. Ew ji Anatoliya Navîn, ji Konya ye, lê koka me digihe Kobanî û Adiyemanê. Pîrika min, ango diya diya min danîmarkî ye û kalikê min ango bavê dayika min valonê belçîkî ye.
Wek tê dîtin Seppälä ji malbateke têkel tê. Ji aliyekî din ve ji ber ku aliyê dayika xwe ve ew mesîhî ye, xwe jî weke kurdeke mesîhî dide nasandin û dibêje ji ber ku bi baweriya min SD ji bo mafê kurdan û mesîhiyan têdikoşe ez di nav de me.Sara Seppälä diyar dike ku di malbata wê de ew bûye şahida hin zewacên bêdil, sinetkirina zarokan, pirsgirêkên ku bi namûsê ve têne girêdan û dibêje ew ê di parlamenê de giraniyê bide van pirsan û ji bo van pirsan ew ê amade be bi siyasetvan û partiyên din re hevkariyê bike.Demokratên Swêdê ku vêga bûye yek ji sê partiyên herî mezin weke partiyeke dijî siyaseta koçberiyê tê naskirin, bi nijadperestî û rasîsmê tê gunehbar kirin. Loma gelek kes wê bêjin ku siyasetvanek bi koka xwe biyanî ku ji bo SD dixebite zerarê dide xwe bi xwe, mîna ku xencerê li xwe bide. Lê Seppälä ne di wê baweriyê de ye.
Di malbata min de hin kes piştgiriya min dikin, lê gelek kes jî li dijî vî fikrê min in, min fam nakin.Lê ez kurd im, di nav Demokratên Swêdê de me û yên wek min di nav partiyê de gelek in. Û bi min halê hazir partî ji rasismê, nijadperestiyê dûr e.
Me got Sara Seppälä ji malbateke têkel tê. Bav kurd e, dê nîv-danîmarkî, nîv-valonî ye, zilamê wê fînlendî ye. Ehlên wê hem misilman hem jî mesîhî ne. Yanî ji malbateke pirçandî, pirkulturî tê. Û gelek caran di xîtaba rêvebirên SD de mirov pêrgî dijayetiya multikultur tê.Lê Seppälä dibêje li gor wê partî ji bo mafê kurd û mesîhiyan têdikoşe. Di partiyê de dijayetiyek li hemberî wê nîne.Sara Seppälä diyar dike ku ew demeke kin bi bavê xwe yê kurd re jiyaye, carekê pê re serdana gundê wî li Konya jî kiriye. Lê piranî di nav malbata swêdî de maye û lewra zimanê kurdî nizane, lê îdia dike ew stranên kurdî dizane.Em jî dibêjin eger tu dizanî, fermo îsbat bike û ew dest pê dike strana folklorî “cîranê” dibêje.Hêjayî gotinê ye ku ev hevpeyvîn berya hilbijartinê li Almedalen bi Seppälä re hatibû kirin.
Beşir Kavak[email protected]