Polîtîk

Şandeke RojevaKurd Serdana Sînemxan Bedirxan kir

Îro 15.Gulan.2010 şandeke ji malpera Rojeva Kurd bi mebesta pîrozkirina cejna zimanê Kurdî serdana Sînemxan Celadet Ali Bedirxan kir.

Li hevdîtinê de, şanda rojeva Kurd Cejna Zimanê Kurdî ya Sînemxan Celadet Bedirxan pîroz kir û bi vê mebestê jî gulebaxeke xweşik pêşkêşî Bedirxan kirin. Her wiha li hevdîtinê de di derbarê rewşa zimanê Kurdî ya Kurdistana mezin û derveyî Kurdistan bi taybet li bajarên Şam û Stenbol û Anadola Navîn hate nirxandin.

Li beranber da Bedirxan xweşhaliya xwe bi vê serdanê derbirî û wê jî cejna Zimanê Kurdî ya hemû gelê Kurd pîroz kir û balkişand li ser rola girîngiya ziman û got: Hêvîdarim ku gelê Kurd li hemû cîhanê xwedî li zimanê xwe derkeve û bi zimanê xwe bipeyve. Eger gelê Kurd jiyana xwe ya rojane de zimanê xwe bipeyvê dê dewlemendiya zimanê Kurdî derkeve holê û Kurdî jî wekî zimanên dinê cîhanî pêşbikeve.

Back to top button