Hevpeyvîn

Salih: Diplomasiyeta serokwezîr Barzanî siyaseta Ebadî beravêtî kir

Eger serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ev siyasete neajotiba û bi vî awayî daxwaza diyalogê bi Bexdayê re nekiriba, derfet û kartên zêdetr li dijî kurda hebûn û dixistin ber destê Heyder Ebadî. Ango Barzanî siyseteke kir ku ew destkeftiyên mane jî neyên jidest dan. Siyaseta Bexdayê her bi tenê ji bona girtina Kerkûkê nebû. Bexdayê behsa guhertina destûr û nehêlana statuya Herêma Kurdistanê dikir.Salih Mela Omer prefesor û mamosteyê kolêja qanûn û siyasetê li unîversîteya Selahedînê di hevpeyvîneke xwe de digek malpera Nûçe.ne behsa kirîza navbera Hewlêr û Bexdayê dike û diplomasiyeta Nêçîrvan Barzanî serowkezîrê Kurdistanê li ser sewiya navxwe û derve bi diplomasiyeteke serkeftî wesif dike.Di bersiva pirsekê de ku piştî bûyerên 16ê oktobera sala 2017ê, Bexda bi berdewamî bi zimanekî req gefan li Hewlêrê dike û Nêçîrvan Barzanî daxwaza diyalogê dike, hindek vê siyaseta Barzanî bi siyaseteke nerim û hindek jî bi tenazul dizan in, Salih mela Omer dibêje:Di rastiyê de Nêçîrvan Barzanî têgihiştineke gelek baş ji bo siyaseta navxweyî û derve heye. Ez vê siyaseta Barzanî bi tenazulkirin nabîn im. Piştî wan bûyeran, Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê, bi hêceta ku dixwazin Îraq yekgirtî bimîne û mafên destûriyên kurda didin, karî li ser asta navdewletî ciyê xwe qayîm bike û piştevaniya cîhanê bi dest bixe. Nêçîrvan Barzanî bi tevgerên xwe nîşa cîhanê de ka çi eqiliyet hikûmdariyê li Bexdayê dike ku eqlieyeteke bawerî bi pêkvejiyanê, mafê mirovî û demokrasiyê nîne.Serokwezîr Barzanî ji berpirsên cîhanê re got: hûn bergiryê li Ebadî dikin ku Îraq yekgirtî bimîne, kerem bikin em jî bi we re ne, em her ew kurd in û Bexda jî her ew Bexda ye, bila mafên me bide.Nêçîrvan Barzanî ji cîhanê re got: em jî dixwaz in pirsgirêkên me li gor destûrê di çarçoveya Îraqê de çarser bibin….. daxuyaniyên Barzanî tesîreke baş li ser raya giştî ya cîhanê hebû û gelek ji berpirsên cîhanê awayê piştevanîkirina Ebadî guhert û berê xwe dan herêma Kurdistanê û daxwaz ji Bexdayê kirin ku mafên kurda li gor destûrê dabîn bike….diplomasiya Nêçîrvan Barzanî wisa kir ku ji bona bidestxistina mafên gelê kurd, piştevaniya navdewletî bi dest bixe.Eger serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ev siyasete neajotiba û bi vî awayî daxwaza diyalogê bi Bexdayê re nekiriba, derfet û kartên zêdetr li dijî kurda hebûn û dixistin ber destê Heyder Ebadî. Ango Barzanî siyseteke kir ku ew destkeftiyên mane jî neyên jidest dan. Siyaseta Bexdayê her bi tenê ji bona girtina Kerkûkê nebû. Bexdayê behsa guhertina destûr û nehêlana statuya Herêma Kurdistanê dikir.

Back to top button