Dosya

Sala nû Deşta Hewlêrê pêwîstî bi 15 xwendingehên nû heye

Perwerdeya Deşta Hewlêrê ku ji çendîn nahiye û qezayên derveyên bajarê Hewlêrê li xwe digrê 270 xwendingeh li nav tixûb û sînorê xwe de heye û hejmara mamostayên wê 6500 mamostaye û nêzîkî hezar fermanber jî li ser mîlakê Birêveberiya Perwerdeya Deşta Hewlêrê hene.

Sabîr Nanekelî Birêveberê Perwerdeya Deşta Hewlêrê di derbarê rewşa perwerdeya li sînorê Perwerdeya Deşta Hewlêrê de dibêje: Li sînorê Perwerdeya Deşta Hewlêrê li Baxçeya zarokan heta Amadehî, 270 xwendingeh heye.Her wiha 6500 mamosta li sînorê Perwerdeya Deşta Hewlêrê hatine damezrandin û ji wê hejmarê 32 mamostayên girêbest heye. Zêdetirê 100 fermanber jî hene.

Hevsengiya hejmara xwendingehan li gel hejmara xwendekaran de, Sabîr Nanekelî Birêveberê Perwerdeya Deşta Hewlêrê dibêje: Heta îsal jî rêjeya xwendekarên me li gel hejmara xwendekaran heta radeyekî baş hevsenge. Lê belê ji bo sala nû û zêdebûna rêjeya xwendekaran, pêwîstiya me bi 15 xwendekarên nû û 5 baxçeyên zarokan dibê û ew 270 xwendingeha niha li sînorê heye nebese û her qezayek pêwîstî bi 2 xwendingehên nû heye. Me li plana xwe da jî vê daxwaziya xwe pêşkêş kiriye.

 

Back to top button