Civak

Sala nû bila bibe destpêka rûpeleke nû

Mustafa Özçelik serokê giştî yê PAKê bi minasebeta sala nû daxûyaniyek belav kir. Ozçelik dibêje: ji bo pêkanîna şîara ‘Azadîya Kurdistanê û azadî li Kurdistanê’ gava yekem; li xwe veger e, xebat e, fedekarî ye, dilsozî, nefsbiçûkî û sebir e.

Daxûyanî:


Sala nû bila bibe destpêka rûpeleke nû

Hêvî , hişmendîya niştimanî, ji dîroka xwe ders derxistin û bawerîya bi doza azadîyê re; di navbera duhî û îro de, di navbera îro û sibê de, pira herî saxlem e. Sala nû ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan bila bibe sebebê xurt kirina vê pirê. Ji bo xurt kirina vê pirê, ji bo pêkanîna şîara ‘Azadîya Kurdistanê û azadî li Kurdistanê’ gava yekem; li xwe veger e, xebat e, fedekarî ye, dilsozî, nefsbiçûkî û sebir e.

Tu şika me jê tune ye ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî emê bigihêjin vê armanca pîroz ya ku mafê me yê rewa ye. Di vê meşê de, di sala nû de, gava herî mutewazî û çêker ew e ku, em ji xwe re, ji hezkirîyên xwe re, ji yên ku me wan qehirandî bin re, ji yên ku wan em qehirandî bin re, em rûpeleke nû, rûpeleke paqij vekin.

Ji bo hûnandina paşerojeke azad, xwedîyê meselê em bi xwe ne; lê em çiqas dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin, emê zûtir, hêsantir û bi kêm êş û bi kêm azar bigihêjin vê armanca xwe.

Bi hêvîya ku xweşî, tenduristî û bextewarî bibe şirîkê jiyana me, bi hest û bîr û bawerîyên xwe yên netewî, niştimanî û mirovî; sala nû ya hemû heval û dost û naskirîyên xwe, sala nû ya hemû gelê xwe yê Kurdistanê û hemû mirovahiyê pîroz dikim. 31.12.2018

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Back to top button