Civak

Şahê Urdinê peyameke sersaxiyê ji Serokwezîrê Kurdistanê re dişîne

Şah Ebdulahê Duyem, Şahê Urdinê, bi boneya wefata xwedêjêrazî Îdrîs Dilovan Barzanî, peyameke sersaxiyê ji Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re şand.Teksta peyama sersaxiyê ya Şahê Urdinê:Birayê me cenabê Nêçîrvan Barzanî Xwed we biparêzeSerokwezîrê Herêma Kurdistana ÎraqêSilavên Xwede li we binBi xem û kovaneke mezin ve, nûçeya wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Mistefa Barzanî yê birayê we gihişte min, Xwedayê mezin wî efû bike.Di demekê de ku rastgotirîn sersaxiyên xwe bi vê boneya bi êş ji we re radigehîn im, ji Xwedayê mezin û bi şiyan daxwaz dikim xwedêjêrazî bide ber dilovanî û lêbihurîna xwe û bi beheşta berîn şad bike, aramî û dilrehetiyê bi we û malbata we ya camêr bibexşe.Birayê we Ebdulahê Duyem kurê HisênŞahê Şanişîna Urdina Haşimî8ê nîşsana 2018ê

Back to top button