Cîhan

Rusya å Tirkiye li hevkirin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rêkeftinek derbarê Rojavayê Kurdistanê de îmze kirin.

Li gor rêkeftinê, Rûsya Polîsên Leşkerî yên Rûsî li Rojavayê Kurdistanê belav dike, bi Tirkiyê re gerên hevbeş jî dikin û rêkeftina Edeneyê bicih dikin.

Xalên rêkeftina Putin û Erdogan waha hatin belav kirin:

1- Herdu welat tekeziyê li ser yekperçeyîya xaka Sûriyê û parastina ewlehiya netewî ya Tirkiyê dikin.

2- Herdu alî rûbirbûyî terorê dibin û hemû projeyên perçekirina xaka Sûriyê dikin.

3- Di vê çarçovê de, rewşa niha ya ji encama operasyona “Kaniya Aştiyê” herêma ji Girê Sipî û ta Serê Kaniyê bi kûrahiya 32 K.M tê parastin.

4- Herdu alî tekeziyê li ser rêkeftina Edeneyê dikin. Rûsya dê rê li ber bichkirina wê xweş bike.

5- Ji demjimêr 00:00 ji roja 23ê Cotmeha 2019an ve, Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê û Pasewanên Sînor yên Sûriyê derbasî ser sînor li navçeya derveyî operasyona “Kaniyê Aştiyê” dibin, ji bo hêsankirina vekişîna hêzên YPGê ta 30 K.M dûrî sînor û divê di heyama 150 demjimêran de ev prose bidawî bibe. Ji dema bidawîbûna wê proseyê jî, Rûsya û Tirkiyê gerên hevbeş li aliyê rojava û rojhilatê operasyona “Kaniya Aştiyê” ji bilî bajarê Qamişlo encam didin.

6- Hemû hêzên YPGê ligel çekên xwe ji Minbic û Til Rifetê derdikevin.

7- Herdu alî rênimayên pêwîst digirin ber, ji bo rêgirtina li derbasbûna teroristan.

8- Herdu alî kar bo vegera koçberan bi awayekî ewle û jixweberê dikin.

9- Mîkanîzmeke hevbeş bo çavdêrîkirin û lêkolînkirinê pêk tînin, ji bo serperiştiya bicihkirina vê têgihîştinê bike.

10- Herdu alî kar ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re di hundir mîkanîzma Astanayê de dikin û dê piştevaniya çalakiyên Komîta Destûrî bikin.

 

Back to top button