Polîtîk

Rûreşiya BDPê

BDPê rûyê xwe yê rast cardin eşkere kir. Li bajarê Mersînê xwepêşandanek ji bo pişgiriya PYDê ji aliyê BDPê şaxê Mersînê ve hate li darxistin. Pankaret mezin ku  ji aliyê BDPê ve hate nivîsandin û  danîn pêşiya xwepêşandanê.

Di pakratê de ev nivîsandin hebû:
Ya El Tayyip !
   El BARZANÎ!
   El Nusra !
Hunê xwûna ku hun li Rojava dirijînin de bixeniqin.

Dema mirov vê nivîsandinê dibîne mirov behtir tê digihê ku siyaseta PKKê ya BDPê di derbarê Kurdistana Başûr, di derbarê cenabê Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û herweha di derbarê PDKê de çiye.

Ev pankrat naveroka dîtina PKK/BDPê ye. Gelo dê li himber vê nivîs û siyaseta qirêj helwesta nawenda PDPê çibe. Eger ew deng dernexin û helwesta xwe di derbarê vê bûyera qirêj de nedin xuyakirin.dê mirov çi bêje? Tişta ku bê gotin kifşe lê dê kî û çewe bêje.

Mirov mereq dike serokê BDPê dê çi bêje? serokê şeredariya Diyarbekirê dê çi bêje? Ehmet Turk dê çi bêje? Herweha ewkesên ku li Başûr astek bilin de têne pêşîwazî kirin dê çi bêjin?

Ev siyaseta ku bikaribê serokê Kurdistanê wek Tayib, wek El Nusra bibîne kifşe ku siyaseta kiye. Lê heta berpirsên PKK/BDPê li himber vê bûyera qirêj deng dernexin ew şirîkê vê pîsatiyêne.

Kurd divê vê yekî protesto bikin û lanetê li vê siyaseta qirêj bînin.

D.Jêlî/Rojevakurd

Back to top button