Nivîsar

Rûdaw û K24 xizmeta kê dikin?

Kanala ”Rudaw Turkçe” û rojnameya ”Kurdistan24” ku xwedîya wê Kurdistan24 e, dixwazin çi bikin?

Eger bitenê carekê bûya, min ê bigota belkî rûdanek, pîrozbahîyek, şerek, civînek; li gundekî, bajarokekî, bajarekî, li paytextê Tirkîyê, li nav tirkan, ji ber balkêşîya xwe bala ”rojnamevanên” Rudawê jî dikêşe ser xwe û ev ”xizmeta” wan ya bêhempa ya rojnamevanîyê jî bikêrî me bîner û xwendevanên KURD yên Rudawê tê; em pê dihesin li çar alîyên Tirkîyê çi diqewime.

Lê eger hat û ev ”xizmet” a ji bo bîner û xwendevanên kurd, ji sînorên carekê, du cara, sê cara, deh cara, sed cara derket û bû siyaseta rojnamevanîyê, hingê bi tenê pirsek dimîne: Bîner û xwendevanên Rudawê kurd in. Tirk ne lê dinêrin, ne jî dixwînin. Lê kî ne ew kes, ew berpirs û xudan desthilat yên Rudaw Turkçe ku her roj me bi çalakîyên kultura tirkî, ”nûçeyên” dewleta tirkî, desthilatdarên tirkî, bi zimanê tirkî agahdar dikin? Li ba min hestek peyda dibe ku Rudaw Turkçe dixwaze me ”kurdên Tirkîyê” -evên ku bi kurdî nizanin û bawer dikin ku Rudaw hem kanala bi kurdî ye û hem ya kurdan e-
” berê bi van nûçeyan kedî bike û paşê ji ruhê me bike tirk. Li ba we jî ew hest peyda bûye gelo?

Kî ne berpirsîyarên Rudaw Turkçe ku biryarê dide; em kurdên tirkîzan, ”kurdên Tirkîyê” bi kîjan nûçeyan bên bombebaran kirin? Rudaw Turkçe xizmeta kê, xizmeta çi dike?

Îro çavê min bi nivîseka Ibrahim Guçlu ket. Ibrahim Guçlu biryar daye êdî di rojnameya Kurdistan 24 ê de gotaran nenivîse, çunkî berpirsên rojnameyê jê xwestiye ku gotinên wek ”dewleta tirkî ya kolonyalîst û hwd” ji nivîsa xwe derxe, ji ber ku ev gotin dikarin ji wan re pirsgirêkan peyda bikin. Piştî bersiva Ibrahim Guçlu heman kes dîsa dinivîse:”Kek Ibrahim eger te maila min xwendibe, bi zelalî min gotiye ku pirs pirsa sazîyekê ye. Di karên sazîyan de cihê takekesîyê tuneye” Anku ev biryara sazîya rojnameya Kurdistan 24 e û takekes nikarin biryarê bidin Kurdistan 24, dewleta tirk bi kîjan gotinan salox dide.

Rojnameya kurdî ya ku rê nede gotinên ”dewleta kolonyalîst ya tirkî”, ”dewleta dagîrker ya tirkî” divê êdî bifikire ku rojname di destê kê de ye, ji kê re xizmetê dike. Eger rojnameyek gotinên wek ”dewleta tirkî ya kolonyalîst”, ”dewleta tirkî ya dagîrker” qedexe bike, hebûna kurda û hertiştê kurda qedexe dike:
Ji ber ku ev her du xesletên dewleta tirkî ne, yên ku jîyan li kurda kiriye jehr.

http://navkurd.net/2020/05/bundan-sonra-kuerdistan24te-yazamayacagim-yazmayacagim-ve-buna-sebep-olan-yazim/?fbclid=IwAR0onS3L5P-Dycxe5IaTLfDDQCs0X-SOEJA75qmwhAn3exHRwmEZ1qUqGrQ

Redaksîyona Rudaw Turkçe û Kurdistan 24 Turkçe di destê kê de ye? Kî ne ew? Heqê me ye em bizanin

Remzî Kerîm

Back to top button