Kultur

Romana Sapo

Nasrat Hacî

Ez bi dîtina nivîskarê Kurd yê ji Bakurê Kurdistanê gelek kêfxweş bûm,  diyarîya wî ya giranbuha, romana (Sapo) ez kêfxweşitir kirim. Gelek spas ji bo nivîskar kak Bûbê Eser, hîvîdarim di kar û xebatên xwe da serkeftî be û ji bona xizmetkirina ziman û edebiyata Kurdî xudê sihetê bide wî.

Romana (Sapo) keda nivîskar ya heft salan e. Di warê civakî û siyasî da roman xwedî naverokek gelek zengîn e  û nivîskar gelek bi şarezayî û pisporî her du alî, yê civakî û siyasî, bi hevra girêdane, lewma divê her Kurdek û bi taybetî Kurdên bakur vê romanê bi hûrî bixwînin.  Ez di wê baweriyê da me ku piştî xwendina romanê dê bersiva gelek pirs û pirsgirêkan di mejiyê wan da zelal bibe û dê baştir di rewşa îro  ya ku Bakurê Kurdistanê têdaye têbigehin, ka çima bakurê welatê me ketiye vî halî û vê rewşê ku çu kes hesûdiyê pê nabe.

Bi dîtina min gelek baş bû ku romana (Sapo) di vê demê û di van rojan da ji çapê derketî û ketiye ber destê xwendevanan. Çima dibêjm gelek giring bû di van rojan da kete ber destê xwendevanan? Ji ber ku van rojan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên serokkomarîyê û perlemantoya Tirkiyê hatin encam dan  û ji wan hilbijartinan encamên gelek ecêb û xerîb derketin holê. Ev roman bersiva gelek ji wan pirsan dide.

Êdî ne hewceyî şirove û enalîzên hirve û wêve ye. Êdî ne hewceye kesek xwe biwestîne û li bersivan bigere. Çima Kurd deng didin neteweperestên Tirk? Çima Kurd deng didin oldarên Tirk? Çima Kurd deng didin çepên Kemalîst yên ku bi dehan komkujî bi serê gelê Kurd anîne?  Çima deng didin siyaseta şaş ya “biratiya gelan”?  Çima xelkê me li Bakurê Kurdistanê dengê xwe nade alî û rêkxistinên welatparêz û neteweyî? Çima deng nadin wan aliyên ku daxwaza mafên rewa yên gelê kurd dikin?

Eger tu bixwazî bersiva van pirsan hemûyan bizanî, vê romanê, romana (Sapo) bi hûrî bixwîne.

Hûn vê romanê bixwînin hûn dê digel bêrîvanan biçin bêriyê û dê henek û laqirdiyên bêrîvanan digel şivan bi çavên xwe bibînin. Roman dê we di nav xweza û şirûsta spehî, rind û dilveker ya Kurdistanê da bigêrîne, dê bibin şahidê eşiq û evîna keç û xortên gund, eşiq û evîna bê xiş û paqij û ji dil.

Dema tu digehî beşên berî dawiya romanê, tuyê xwe xortek ciwan û jêhatî ji xortên gundî bibînî. Êdî tu xortekî ku hesta neteweyî li cem te  bilind û bi hêz e, êdî tu hest pê dikî ku welatê te parçekirî ye û gelê Kurd di bin nîrê bindestiyê da ji êş û azaran dinale. Tu bi ruhek neteweyî û welatparêzî daxwaza mafên rewa yên gelê  xwe yê bindest dikî heta tu digel hevalên xwe yên welatparêz digehin kopîtka berxwedanê. Di vê qonaxê da dewleta kûr hisab û hizirekê ji bo te dike û ji te ditirse ku tu biserkevî.

Îca di vê qonaxê da dewleta kûr dikeve tevgerê, dixwaze rê li ber te bigire, te ji nav bibe û ji holê rake. Dewlet dibîne û dibe, dinijîne û xerab dike, dawiyê qehremanê xwe peyda dike û Sapo diafrîne.

Li ber perên dawîyê ji romanê, Sapo dibe qehremanê dewletê, bi alîkariya dewleta kûr dibe gurek har, hov û dirinde, berdidin giyanê xelkê Bakurê Kurdistanê û dest bi şerê dijî welatparêz û Kurdperweran dike.

Îca di vê qonaxê da, dema gelê me li bakur gavan ber bi pêş diavêje, rêkxistin û saziyên xwe yên neteweyî ava dike û daxwaza mafên xwe yên rewa dike, Sapo li ser navê Kurdan û bi alîkariya dewletê her tiştî ji nav dibe, heta roja îro jî gelê me li Bakurê Kurdistanê di bin siyaseta Sapo da dinale û ji hemû mafên xwe bêpar maye.

Bûbê Eser û Nasrat Hacî

Balkêş e ?
Close
Back to top button