Polîtîk

Rojnamevaneke Kurd li UN daxwaza dewleta Kurd kir

 

Roja 27 ê vê mehê Kongreya 5. ragihandina mafê kêmneteweyan ku li hola serekiya Neteweyên Yekgirtî li bajarê Cenevre ya Swîss birêveçû.

Li vê kongreyê de nêzîkî nûnerên 180 welatan û hejmareke zêdeyê rêxistinên cîhanî têda beşdar kirin. Axaftinên li kongreyê ji Sekreterê Giştî Ban Ki Mon destpêkir, paşê xanim Navî Pîlay Sekretera Giştiyê Mafê Mirov gotarek pêşkêşkir.

Piştî wê yekê ku çendîn gotarên din ji aliyê nûnerên kêmneteweyan ve hatin pêşkêşkirin, Azad Gulî Rojnamevanê Kurd(ji xelkê Dihokê) ku bi cilûbergên Kurdî beşdarkiribû gotarek pêşkêş kir û têda bi eşkere daxwaza dewletbuna Kurdistanê kir û hêvî xwest ku palpiştî û hevkariya neteweyê Kurd li Iraqê bikin ku bikaribin dewletbûna xwe rabigihînin.

Gotara rojnamevan Gulî bi zimanê Ingilîzî, Fransî, Îspanî û Rusî bi awayeke zindî hate wergerandin. Rojnamevan Azad Gulî li bajarê Cenewreya Îsweçê dijî.

 

Back to top button