Polîtîk

Rojnamevanan mil bi milê pêşmergeyan ji bo azadîyê şer kiriye

Hikûmeta herêma Kurdistanê, bi minasibeta 22ê nîsanê, 116 saliya rojnamegeriya kurdî, gerimtirîn pîrozbahiya li tev rojnamevanên Kurdistanê dike û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji karê wan yê pîroz re dixwe.

Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de dibêje:

          Berî îro bi 116 salan, di 22ê nîsana sla 1898ê de rojnameya Kurdistan weke yekemîn rojnameya kurdî ji aliyê xwediyê qelema zîndê Mîqdad Medhet Bedirxan û malbata wî ya welatparêz ve derket û rojeke mezin di dîroka Kurdistanê û bizava rojnamegerî û kulturî ya Kurdistanê de tomar kir.

Hikûmeta Kurdistanê dibêje ku, bi dirêjayîya dîroka şoreşên Kurdistanê, rojnamevan û qelembidestên gelê kurd peyv û rojname kiriye çek û mil bi milê pêşmergên qareman rû bi rûyê dijminan bûne û ji bona azadîyê şer kiriye û qurbanî dane:

          Hikûmeta herêma Kurdistanê, weke wezîfeyeke xwe ya pêşîn, aqarê azadiya rojnamevaniyê bê çu sansor xweş kiriye û qanûna rojnamegeriyê li Kurdistanê, azadiya fikrî û azadiya karê mediyayê û rojnamegeriyê bi awayekî parastiye ku, li gelek welatên cîhanê û herêmî mînakên weke wê, kêm in.

 

Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de hêvî dike ku,  rojnamevanên Kurdistanê li ser gihandina peyama rast û dirusta rojnamevaniyê berdewam bin û xwe ji navzirandinê biparêz in û li jêr sîbera wê azadiya li Kurdistanê heye, qlemên xwe ji  bo xizmeta pêşxistina civakê bikar bîn in. 

Back to top button