Kultur

Rojîn: Wiha bidome dê Başûrê Kurdistan bibe Tirkistan


Rûdaw: Hun hest dikin we karekî xerab kir dema hun çûn TRT6ê?

Rojîn: Na. Kesên ku wiha dibêjin axaftinên kelevajî dikin. Min tiştekî xerab nekir, lê bo xizmeta zimanê xwe çûm TRT6ê. Şer bi top û firokeyan dibe, lê şerê mezin ê ziman û kultûrê ye ku min li wir dikir. Lê hinek kes hest bi girîngiya vê yekê nakin. Di nav serkirdên Kurdan de, tenê Nêçîrvan Barzanî piştîvaniya min kir dema tevî TRT6ê bûm û dema jê derketim jî.

We ew yek dît ku TRT6ê xizmeta zimanê Kurdî dike?

Kanalek bi zimanê Kurdî bê pexşkirin, bê guman xizmeta zimanê Kurdî dike, tevî ku Kurdiyeke xerab ji aliyê karmendên wê ve dihat bikaranîn lê kanaleke baş e bo pêşvebirina zimanê Kurdî.

Kes hebû ji we re bêje Kurdiyeke xerab bikar bînin ne Kurdiyeke baş?

Jimareke zêde ya Kurdan zimanekî xerab bikar tanîn lê ev ne xeletiya wane, ya sîstemê bi xwe ye û wan jî zêde guh nedida zimanê xwe loma nizanibûn baş pê baxifin. Kesek ku zimanê xwe nizanibe, wek ku jê re bêjin were bi Îspanî bername pêşkêş bike. Jiber nizanim, dû-sê peyvan bi Îspanî daxifim, ên din dikim Ingilîzî û bi vî rengî sivikatiyê bi zimanê Îspanî jî dikim. Ew şîrketên ku projeya amadekirina bernameyên TRT6ê wergirtibûn, kêfa wan ji zimanê Kurdî re nedihat û tiştek derbarê vî zimanî de nizanibûn. Hem pere qazanc dikirin, û hem jî dijûn ji Kurdan re didan. Ji min re digotin Kurdê herî baş, Kurdê mirî ye û digotin behsa Celadet Bedirxan neke jiber ew Cuhû ye û digotin nabe tu filan kesî bike mêvanê xwe..htd.

Piştî we Erdogan dît, we nerînên wî derbarê Kurdan de çawa dîtin?

Wek mirovekî ku kêfa wî ji Kurdan re tê dihat xwiyakirin. Lê divê mirov berê xwe bide karên wî jî. Nerînên Erdogan derbarê Kurdan de, pir vekirî ne lê dîsa jî pratîk girîng e. Divê mirov rastiyê bibêje, berî AKP tu kesî behsa Kurdan û Yilmaz Guney, Ehmed Kaya û Melayê Cizîrî û bigre zimanê Kurdî jî nedikir. Lê hê kêmasî hene. Bi baweriya min, hişê Erdogan vekirî ye, lê bi tenê nikare gelek tiştan bike, ji ber artêş û opozîsyon jî hene. Ez ne nûnera Erdogan im, lê dema mirov berê xwe bide çavên însanan hinek tiştan fam dike. Erdogan dixwaze Pirsa Kurd çareser bike û navê xwe di dîrokê de tomar bike.

Di destpêka vekirina TRT6ê de, gelek hunermendên Kurd bo pêşkêşkirina bernameyan hatin vexwendin. Gelek kesan ev vexwendin red kirin. Gelo wan liser pereyan lihev nekir an mesele Kurdayetî bû?

Hemû tişt wê di paşerojê de eşkere bibin. Hinek ji wan jiber pereyan nehatin. Hinek dibêjin ji bo Kurdayetiyê bû, lê di rastiyê de wan liser pereyan lihev nekir û hinekan ji tirsa red kirin. Mixabin kêfa hinek Kurdan pir ji dûrûtiyê re tê. Dema min destpê kir ji min re digotin `Caş` e, dûre bi telîfonê li min digeriyan û digotin em dixwazin sînaryoyan binivîsin û bernameyan bo TRT6ê amade bikin, lê navê me nenivîsin. Jimareke zêde ya hunermendên Kurd ên navdar û mezin gotûbêj ligel TRT6ê kirin, lê liser pereyan lihev nekirin, piştre gotin jiber Kurdayetiyê nehatine TRT6ê.

Hinek kes dibêjin piştî ku Rojîn dev ji TRT6ê berda, vê kanala hanê xweşiya xwe ji dest da. Bi nerîna we jî, niha TRT6ê pir lawaz ne bûye?

Erê. Edîtorê Rojnameya `Taraf `ê Ahmet Altan ji min re got, dema tu ji TRT6ê derketî, ew kanal hilweşiya, ji ber dema behsa TRT6ê dihat kirin, di cîh de navê te dihat gotin. Bi sedan kesan heman tişt gotin. Naxwazim pesinê xwe bidim, lê em li mala xwe Kurdên baş bûn. Wêneyê Mela Mistefa li mala me hebû, em ne Kurdên Çînî bûn, lê Kurdên bi qalîte bûn. Têkiliyên bavê min ligel pêşmergeyan hebûn û derman ji wan re tanîn. Em bi xwe Kurd bûn û ne bi rêya hizbekê bûne Kurd. Xwîşka min navê wê Stêr e û temenê wê nêzîka 50 salî ye, birayê min ê 47 salî navê wî Cûdî ye, navê min ê rastî jî jixwe Rojîn e. Kurdîtiya me xwedî bingeheke kûr e di nav binemala me de. Ez ne nasyonalîst im lê kêfa min ji welat, millet û zimanê min re tê.

Diviyabû Erdogan bo vekirina rêya pêşkeftina şano û strana Kurdî û dirustbûna sînema Kurdî çi bikira?

Liser daxwaza alîkarê Erdogan Husên Çelîk min 20 xal jê re şandin. Min jê re got, bila taştê ya ku Erdogan da me vala neçe. Min diyar kir ku sedan Kurd ji bajarên Kurdî diçin konserên hunermendên Tirk, lê hunermendên Kurd nikarin herin ba Tirkan û konseran saz bikin. Bila konserên aştiyê li bajarên Tirkan bên sazkirin. Bila her malbateke Tirk, malbateke Kurd wek malbateke bira ji xwe re hilbijêre. Bila dayikên leşkerên Tirk û gerîllayên PKKê bibin dostên hev. Edebiyata klasîkî ya Kurd bê çapkirin. Bila fîlmên dokumentî yên ser komkujiya Dêrsimê li bajarên Tirkan bên pêşkêşkirin, herwiha bila fîlmê Hepsa Diyarbekirê li bajarên Tirkan li festîvalên sînemayê yên ku tên lidarxistin de, bê nîşandan. Namîlke û prûşorek liser `Vebûna Demokratîk` bê amadekirin û li bajarên Tirkan bê belavkirin û tê de bê ronkirin ev prose çiqasî bo Kurdan girîng e. Tirkan, dîrokeke xelet derbarê Kurdan de wergirtine, dîroka Tirk ku heta niha jî ji zarokên Tirkiyê re tê gotin pir xelet e û bê serûber e û dibêje Tirk divê hukmê hemû dinyayê bikin, Tirk liser hespan jidayik dibin û dimrin. Min ji AKPê re got, divê hun van tiştan ji gelê Tirk re ron bikin ka çi bi Kurdan hatiye kirin û Kurd daxwaza çi dikin.

Wek hunermendeke Kurd hun rewşa dahatû ya huner û kultûra Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çawa dibînin ger AKPê di hilbijartinên bê de biser nekeve?

Ger di hilbijartinên dahatû de partiyeke din a Tirkan biserkeve ji Kurdan re ne baş e. Divê medya Kurdî hebe, divê grubên wek Aydin Dogan bo medya Kurdî jî hebin. Divê medya û kultûreke Kurdî ya dewlemend hebe. Herêma Kurdistanê deriyekî mezin e bo me, pêwîst e gruba şanoya neteweyî bê damezrandin, divê sînema Kurdî bipêş bikeve, divê li Kurdistanê çanda sazkirina konseran bê dirustkirin. Wek mînak, li Rûsya xelk wek nobeta nan diçin noba kirîna bilêtên konseran û bi demjimêran radiwestin, ev kulture. Lê li Kurdistanê ev kultûr tune û hunermendên Kurd bi nexweşiyan û jiber hejariyê dimirin, lê hunermendekî biyanî tê 150 hezar dolaran werdigre! Ger wiha berdewam bike, herçiqasî Kurdistan di xwîn û bihna me de be jî, ji zarokên me re piştî 20 salên din dibe Turkistan jiber zarokên me herdem berê xwe didin kanalên Tirkî, berê xwe didin fîlm û dramayên Tirkî. Ev zêde metirsîdar û bextreşî ye.

Lê 21 kanalên Kurdî hene. Êdî ev xeletiya van kanalan bi xwe ye?

Kanalên Kurdî xerab in. Kanal 4 baş e û bo kêfê ye. Mirov carekê tê jiyanê û hez dike wê bijî. Ev welat zêdeyî 50 sala ye şer kiriye, êdî dixwazin bihna xwe vedin. Nabe, bi çavekî kêm em berê xwe bidin tiştên ku dibin sedemê pêkenînê bo xelkê. Siyaset mirov bêzar dike. Ataturk dibêje, `xweşbext e ew kesê dibêje ez Tirk im` Divê Kurd wiha nebêjin, lê divê fam bikin Kurdistan çawa dirust bûye û Kurdbûn tiştekî din e.

Hun çima berê di konser û çalakiyên DTP û niha jî di yên BDPê de dernakevin?

Jiber TRT6. Mixabin, Kurd zû xelkê efû dikin lê hevdu efû nakin û kîna hevdu dikişînin. Bila nekevin navbera min û hezkerên min, bila qet min venexwînin jî. Ti pirsgirêka min ligel wan tune, lê mixabin ew ne wiha difikrin. Helwêsta wan himber min neheqî ye, lewra hunermendeke Kurd im û azad im herim kîjan cihî û stranan bêjim. Niha PDK yan YNKê ji Nasirê Rezazî re dibêjin neçe Tirkiyê stranan nebêje? Çawa dibe KURD 1 xayin be yan K-TV xayin be? Ew hemû xerab in û hun tenê baş in! Pêwîst e ev mentalîte bê guherandin, jibe rev hizrîn tiştekî kevin e û Çepgiran berê hevdu bi vî awayî tometbar dikirin, lê niha tevgera çep jî hema bêje nemaye.

Başbûna peywendiyên siyasî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, bandorê liser dirustbûna peywendiyên berfireh di navbera hunermendên bakur û başûrê Kurdistanê de, dike?

Di destpêkê de, peywendiyên navbera Kurd û Kurdan de pêwîst in. Pêwîst e Kurdên bakur zaravê Soranî bizanin, Kurdên başûr jî Kurmancî bizanin. Niha straneke Soranî amade dikim. Ev zimanê me ye û divê em ji hevdu fam bikin. Niha ez Soranî baş fam dikim û qet ne wek berî deh salan im. Li hemû konserên min ên li Ewrûpa, jimareke zêde ya Kurdên başûrê Kurdistanê amade dibin, lê divê pirsgirêka rênivîsê bê çareserkirin û em nivîsên hevdu bixwînin. Dema têm Başûrê Kurdistanê ji ber li vir nivîsandin bi tîpên Erebî ye, wek koran im û nikarim tiştekî bixwînim û fam bikim. Gelek kes ji ber vê yekê vir wek welatekî Erebî dibînin. Divê Herêma Kurdistanê berbi tîpên Latînî here. Li başûr û rojhilat bi tîpên Erebî tê nivîsandin, lê piraniya cîhanê bi tîpên Latînî dinivîsin. Wek dibêjin, axaftin difre, lê nivîsandin dimîne. Herwiha, sazkirina festîvalên hunerî bo hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê bi hev re pir girîng e. Xelatkirina hunermendê salê û strana salê jî girîng in. Gereke Herêma Kurdistanê ji me re bibe navendek. Lê ne bi wî awayî ku herkes bê û bêje bila Hikûmeta Herêma Kurdistanê pereyan bide min. Nizanim li kîjan cihî wiha heye ku hunermendek bêje pereyan bidin min da wiha bikim. Bila rexneyan li min negrin, lê Kurd li Tirkiyê di hemû waran de pêşketîtir in, pir modern in û bêtir dixwînin. Li vir çûm ba barbereke jinan, jinekê ji min re got, jinên vir pir mekir û mekirbaz in, min jê pirsî çawa? Mekirbazî di kultûra me de nîne. Jinek li wir bû, digot na..na..na min ew navê, wiha nabe. Min jê re got, ev ne kultûrê Kurdaye, ew tiştekî din e. Nizanim ji kanalên Tirkî, Erebî û ji Bulent Ersoy û kengî fêrî van tiştan bûn. Jinên Kurd wek pembû ne, guşar jî lê bê kirin dengê xwe dernaxe, bi tehemul in û dev bi ken in. Dixwazim jin azad bin û mafên xwe wergirin, lê ne bi vî awayî bin û ewqasî mekirbaz bin.

Hun dibêjin jina Kurd tolerans e. Êdî çima we lêborîna nivîskarê Tirk Serdar Turgut ê rojnameya Akşam qebûl nekir û we wî da dadgehê?

Ew meseleyeke dine. Wî dijminatiya Kurdan dikir û digot ti keçeke Kurd a xweşik nîne, lê tenê Rojîn xweşik e, ev sivikatîkirin e. Herwiha, li dijî `Proseya vebuna Kurd` bû û digot ciwanên Kurd liser çiyayan dane pey kêfa xwe û sêksê dikin. Tiştê bê exlaqî gotibûn û nivîsandibû dixwazim Rojîn bibe koleya min a sêksê. Himber tiştên wiha pir tund im. Ew himberî min hişk bûn, çawa ezê bi wan re nerm bim. Wan bav û bapîrên me kuştine. dûre bên bêjin emê we bikin koleyên xwe yên seksê!

Bi baweriya we, çima hun wek mînaka jina Kurd hatibûn girtin?

Jiber di hinek tiştan de, pêşeng bûm. Navê min ê rastî Rojîn e ne we yên ku niha navên Kurdî lixwe dikin. Gelek caran jiber stranên Kurdî hatime dadgehkirin, li TRT6ê wek sîmboleke jina Kurd hatim jimartin.

Dadgeh gihişt ku?

Dadgehê ew siza kir û niha tawîza darayî hê maye jiber min daxwaza sed milyar lîreyên Tirkî kiribû. Piştî sê mehan wê dadgeh yekalî bibe û bê guman ezê mafê xwe bidest bixim

We beşdarî di çilrojiya Îrfan Zengene de kir, çi bû sedemê serekî?

Îrfan ne tenê xwediyê otêlê bû, lê herwiha xwediyê dilekî pir mezin bû jî, welatparêz bû, Kurd bû û mirovekî bê qisûr bû. Yekem mirov bû, ne wek jin lê wek însan berê xwe dida min. Dema dihat Stenbolê serdana min dikir, hat mala me, dayika min nas kir. Li Stenbolê, pir bi agahdarî reftar dikir. Min jê re got, çima tu wiha dikî? Digot da ku nebêjin Kurd xerab in. Min nizanîbû ewqas xelk wî nas dikin û jê hez dikin, min wiha bawer dikir ku tenê hevalê mine. Ev heft sal bûn min wî nas dikir, hefteyê carekê diduyan me telîfona hev dikir. Ger carekê mehek derbas bûya, telîfona min dikir û min jê re digot `xayin! Çima tu telîfona min nakî` Wî digot tu xayinî. Ger bavê min jî miriba, dibû her ewqasî xemgîn bibûma. Ev jî ne ji ber ku Îrfan hevkariya min kiriye di ware hunerê de, lê tenê dostaniya me hebû. Îrfan Kurdperwer bû, herdem dibêjim ger hemû Kurd nîvê Îrfan Kurdperwer bin, bese.

Dibên Rojîn ji mêran hers dibe, rast e?

Ez bê şens im.

Hun çawa berê xwe didin hatina kesên wek Îbrahîm Tatlises bo Kurdistanê bo karê hilberînê, ku niha bi xwe bi zimanê Kurdî rêklamê ji projeyên xwe re dike?

Huner ne bînasazî û projeyê bi vî awayî ne. Pir baş e hemû kes bên Kurdistanê, bila Efrîqî jî bên. Lê xwezî berî 30 salan, Îbrahîm di sêlikên xwe de nîvî bi Tirkî û nîvî bi Kurdî gotiban pir dilxweştir bûm. Berî 5 salan, dema Mesûd Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin, bawer dikim ew vexwendin da konserekê bi vê helkeftê li Dihokê saz bike, lê nehat. Peywendiyên min û Îbrahîm pir baş in, ew mîna birayê minî mezin e, lê divê Kurd bizanin di rojên zehmet de kê ligel wan bû.

Herêma Kurdistanê bi hemû awayan hewl dide veberhêneran rabikişe. Niha kesekî wek Tatlises ku hezkerên wî pir in, dema dibêje emê Hewlêrê bikin Dubey, gelo ev ne rêklameke mezin e bo Herêma Kurdistanê?

Bê guman. Lê divê mirov her kesî nas bike, sibe ger Herêma Kurdistanê rastî pirsgirêkekê bê, emê herin Ewrûpa konseran bo piştîvaniya Kurdistanê saz bikin û xwe parçe parçe bikin, lê Îbrahîm Tatlises yek gavê jî navêje.

Li Bakurê Kurdistanê, şer di navbera PKKê û Artêşa Tirk bi awayekî berfireh destpê kiriye. Bangewaziya we bo herdû aliyan çiye?

Li seranserê cîhanê serdema şer qediyaye. Îro dema gelan, ne ya gullan e. Loma baştir dibe ger gulle neyên teqandin. Mirov fîlmekî sînemayê dirust bike, gulleyeke pir bihêz davêje, fîlmek liser dîroka Kurdistanê, karekî pir girîng û hêja ye. Niha her kes êdî Pirsa Kurd nas dike, divê rêyên aştiyane bo bidestxistina mafan bên bikaranîn. Bangewaziya min ji herdû aliyan re ewe ku berbi aştiyê ve gavan bidin. Lê ewê zêde behsa aştiyê bike, ji aştiyê hez nake.

(Rûdaw)

Back to top button