Nivîsar

Rojavayê Kurdistanê yan Suriye?

Piştî biryara vekişandina Amerikayê ji Suriye û Rojavayê Kurdistanê , berê siyasetê û babetên têne gotubêj kirin tê guhertin.

Gelek rojnameyên biyanî nirxandinên cuda çêdikin, PYD bi xwe dewsa siyaseta xwe serast bike û berê xwe bide tevgera kurd li Rojavayê Kurdistanê hewldide xwe bi temamî bispirê rejima Suriye.
Tê gotin ku PYD ji bo tehdîtên Tirkiye xwe dide aliyê rejimê. Di bingehê xwe de, tişta herî girîng ne xwe radestkirina hinek cihane.

Di encama van bûyeran û helwestên siyasî de wek kurd li Rojavayê Kurdistanê çi destkeftî ji bo kurda hene yan jî çêdibin? Gerek hemû aliyên Kurdistanî li ser vê yekê serê xwe biêşînin û hewl bidin ku bersivekî ji vê pirsê re bibînin.
Ji berî her tiştekî dema Tirkiye bixwaze bikeve Minbicê ev ne pirsgirêka kurdaye. Ji aliyek din deverên ku ne Kurdistane ne problema kurdane.

Lê mixabin encama siyasetek çewt îro kurd di bin navên cuda de li wan herêman kontrol dikin. Ji bo kontrola wan herîman bi hezaran zarokên kurd şehid bûn. Nabê tu ciwanên kurd li ber armancên xelkek din de bidî kuştin û îro doza tiştên din bikî ku tu pêwendiya wê Kurdistanê re û mefên kurdan re tunebê.
Gerek bê qebûl kirin armanca bingehîn ya kurda li rojavayê Kurdistana parastina xelk û axa Kurdistanê be. Lê mixabin PYD bi tiştên din re mijul bû.

Evkas xeletî û çewtî li ser hesabê miletê kurd hatin kirin û zerera herî mezin jî kurda bi xwe dît. Bi sedhezaran kurd ji bo siyaseta PYDê ji Kurdistanê reviyan, bi sedan siyasiyên kurd di zindanên PYDê de ne. Çalakiyên aliyên siyasî ji derê PYDê û hevalbendên wan qedexeye. Ji hemûyê girîngtir Ala Kurdistanê li rojavayê Kurdistanê qedexe kirin. Kurtahî hêdî xeletiyek ku PYD bikaribe bike di derbarê kurdan de nemaye. Niha jî wek destpêkê di encam de xwe disipêrê rejima Suriye.

Eger PYD bixwaze li xwe vegere û dawiyê de tiştekî baş bike, divê di cih de bê qeyd û şert li gel ENKSÊ rûne. Divê ji berî dayin standina hemû girtiyên siyasî azad bike û rê bide çalakiyên partiyên siyasî.

Lazime PYD û ENKS li ser prensibên netewî li hev bikin. Divê Pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê. Hemû hezên Kurda xwe ji herêmên ereban , deverên ku ne Kurdistane vekişînin û li Kurdistanê cih bibin. Dê hingê bikaribin berjewendiyên Kurda biparêzin û ne Tirkiye û ne kesek din nikare wan tehdît bike.

Nûçe/Analiz
N.Firat
7.9.2019

Back to top button