Civak

Roja liberkirina cil û bergên Kurdî hate diyar kirin

Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê li daxuyaniyek de roja li ber kirina cil û bergên Kurdî li xwendekarên xwendingehan diyar kir ku 10 heyva adarê ye.

Hacer Dawid Peyvdarê Wezareta Perwerdeya Kurdistanê ragihand li civîneke taybetiya Encûmena Wezaretê ya bi serpereştiya Wezîrê Perwerde û bi amadebûna endamên encumenê guftûgoya pêdaçûna program û ezmûnan kirine, piştî guftûgoyê biryara pêkanîna lîjneyekî pispor ji bo pêdaçûnê dane. Her wiha got karê wê lîjneyê amadekirina raporeke li hefteyek da paşê ji bo karên pêwîst pêşkêşî Wezaretê dikin.

Her wiha got sala derbasbûyî 8 adarê roja li ber kirina cil û bergên Kurdî yê xwendekarên xwendingehan bû lê belê îsal du roj paşve çûye û ji bo vê mebestê Wezareta Perwerde tekez li ser ewe kiriye ku roja 10.03.2013 li hemû salek da bibê roja li ber kirina cil û bergê neteweyî ku yek roj berî destpêkirina pişuya bihara sala xwendine.

Ev paşdexistina roja li ber kirina cil û bergên neteweyî ya xwendekaran piştî wê biryara Encumena Wezîrên Herêmê tê ku li ser daxwaza Encumena Bilinda Jinên Kurdistan dabû ku daxwaza rakirina wê rojê li roja 8 Adarê kiribû ku roja jinên cîhane.

 

Back to top button