Civak

Roja Ala Kurdistanî Pîrozbe

Roja Ala Kurdistanê Pîroz Be

17ê çileya pêşîn Roja Ala Kurdistanê ye.

Di roja 17yê çileya pêşîna a 1945an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê komeke gêncên Kurd ala Kurdistanê li ser avahîya Mehkemeya Mehabadê ve darve kirin.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja 11yê Mijdara 1999an de 17yê çileya pêşîn weke Roja Ala Kurdistanê îlan kir.

Ala Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûlkirin, di 1919an de ji alî Teşkîlati Îçtîmaîye Cemiyetî ya Kurdan ve hatîye tesbîtkirin û di 1920’î de jî dîsa ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin.

Di 1927 an ew ala ku di 1920 ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.

Ala Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin.

Hikûmeta Komara  Kurdistanê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919-an de ji alî Teşkîlatî Îçtîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin qebûl kir, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Komara  Kurdistanê (Komara Mehabadê) qebûl kirin. Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Qazî Muhemmed ala Kurdistanê ya Komara  Kurdistanê dide Mela Mistefa Barzanî  yê nemir û weha dibêje: “Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê.”

Ev ala Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî ev 100 sale  ku wek ala Kurdistanê tê qebûl kirin.

Ev roj roja ku bi hestên neteweyî, niştimanî lêxwedî derketin û hildana ala Kurdistanê ye. Divê ev ala jibo hemû Kurdistaniyên cîhanê wek ala Kurdistanê bê qebûl kirin.

Em roja ala rengîn a bi rûmet pîroz dikin.17.12.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Back to top button