Polîtîk

Ristika Mislim qetiyaye

Serokê PYDê Salih Mislim  li gel rojnameyek Erebî ya bi navê Okas a Erebistana Siûdiyê hevpeyvînek kir.Mislim behsa çend xala dike.

  1. Mislim di vê hevpeyvîna xwe de behsa rewşa rejima Îranê dike û dibêje tu pêwendiya wan li gel rejima meleyan tuneye. Mislim dibêje Îran zilmek mezin li kurda dikin.

2. Mislim dibêje: Tu pêwendiyên me pirsgirêkên kurdên Tirkiyere tuneye.Kurdên li welatên din dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.3. Mislim dibêje: Amerika çek dane me ji bo em li dijê DAÎŞê şer bikin.4. Mislim dixwaze li gel Tiriye pêwendiya deyne û dibêje tu problemên me li gel Tirkiye tuneye. Tirkiye bixwaze em amdene pêwendiya deynin.5. Mislim dide xûyakirin ku, rejima Suriye li Kurdistana Rojava heye , lê tu pêwendiyên me li gel wan tuneye.6. Wek din cardin wek her cara û wek her aliyê PKKê dibêje: Em li dijê dewletek kurdi wek Başûrin. Em dewletek li ser himên netewî naxwazin.Ev gotinên Salih Mislimin. Gelo li ser van gotinan çi nirxandin têne kirin.Tê zanin ku pêwendiyên taybet yên Salih Mislim li gel dezgehê MIT a Tirkiye hebûn û gelek cara Mislim hatiye Tirkiye û li gel wan hevdîtin kirine. Lê taybetî piştî siyaseta PKKê ya Xendeka, Mislim destpêkir li dijê Tirkiye daxûyanî dan. Lê gelo ew pêwendiyên berê heyî bi awayek din berdewam bûn yan na. Mirov vê yekê nizanê, lê bi rêya Siûdiyê daxwaza pêwendiya li Tirkiye dike.Tê zanin ku PYD beşek ji siyaseta PKKê ye , heta niha jî piraniya berpirsên Mislim ji Kurdistana Bakur endamên PKKê ne. Başe çewe tu pêwendiya wî li gel pirsgirêka Kurdên din tuneye?Çekdarên Mislim li Suriye mil bi milê mîlîsên Îranî şer dike, ji kengêve li gora Mislim Îran zilmê li kurda dike û bûye rejima meleyan?Gelo çima cardin hewara xwe digihîne Tirka, çi hate guhertin.Ji xwe pêwendiyên PYDê li gel rejima Suriye herkes dizane. Heta niha mişaşên gelek hevalên Mislim  ji aliyê rejimê ve tê dayin.Îro çi bûye Mislim vê daxûyaniyê dide.Hêdî xelk bi van gotina naxapin.Ji hemûyê girîngtir, sedemê heyîn û hêzbûna we, sedemê pişgiriya rejimên ku Kurdistan dagirkirine didin we ye. Dijberiya we ya li dijê hemû nirxên Kurdistanîne ku hun kirine dostê rejimên herêmê. Nabê hun li dijê serxwebûna Kurdistanê dernekevin. Ev bingehê siyaseta we ye.  

Back to top button