DosyaRojev

Rêzefilma PKK’ê ya bê dawî “Sala Fînal ê”

Di televîzyona PKK’ê ya Ewropayê “Medya Haberê” de hevpeyvîneka bi Dûran Kalkan re hat weşandin. Ji bo guhdarkirinê sebir û tehemuleka mezin lazim bû. Bi rastî jî ne tenê guhdarkirina Dûran Kalkan belku guhdarkirina tev serokên PKK’ê tehemulek mezin pê divê, ji ber ku 95%ê ya axaftina wan dubarekirine. Ji bo bûyerên demên dawî jî tenê ji sedî 5 nirxandineke nû heye.

Rojeva PKK’ê ya çar xalî û qed nayê guhertin

Bi rastî ez dizanim ku heger mirov salê carekê li hevpeyvînekê guhdarî bike, mîna wê yekê ye ku mirov guhdariya hemû daxuyanîyên salê kiribe, ji ber ku mijarên serekî diyarin.

1- Serok Apo bi xortî li ber xwe da, tişta ku gotî wê tevahiya rojhilata navîn rizgar bike, pêwîste em wî bi awayekê fîzîkî azad bikin.

2- Gerîla berxwedaneke mezin dimeşîne, dewleta tirk nikare gavê pêşve bavêje.

3- Em dê faşîzma AKP’ê-MHP’ê hilweşînin.

4- Îsal wê bibe sala çarenûsa qedera me, wê bibe sala fînalê.

Heger hûn guhdariya daxuyaniyên van deh salên dawiyê yên Cemîl Bayik, Dûran Kalkan yan jî rayedarekî din yê PKK’ê bikin, peyvên li dor 4 tiştên ku min li jor rêz kirîn têda hene. Van 4 tiştan yek li pey yek di modelên cuda da dihêln û wek vedîtinên nû dibêjin.

Lê di van xalan da nabe xala çaremîn bê binpêkirin. Ji ber ku di nava hemû daxuyaniyan da gotara PKK’ê ya herî mezin ku dibêje: sala serketinê, sala fînalê, sala serfirazî û hwd.

Ji bo Tirkan xeleka “kolanên paşî”, ji bo kurdan jî “salên serketina PKK’ê.”

Ji salên 1990ê û vir ve PKK’e her sal dibêje “ev sale wê bibe sala serketinê”. Gotinên PKK’ê yên li ser vê sala serketinê mîna rêzefîlmeka bê dawîye. 30 salin em li vê rêzefîlmê temaşe dikin. Yek PKK’eyî jî dernakeve û napirse gelo serkeftina ku me par bi dest xist çi bû?

Bi rastî, belkî rêzefilmên sala serketinê yên PKK’ê dişibin rêzefilmên “kolanên paşî” yên televîzyonên tirk. Ev rêzefîlm carekê li Başûrê Kurdistanê hatiye dublajkirin. 17 sala hatiye temaşekirin. Dubarekirin û dirêjiyek ku temaşevan bêzar dike têde heye. Dubarekirin û xapandina PKK’ê ji wê rêzefilma Tirkan xerabtire.

Di fîlmî de komîser Riza heye, mêrik 17 salin heman tiştan dibêje. Yên asayî dimirin, dizivirin, lê rolên sereke naguherin. Di nav PKK’ê de 40 salin çend serkomîser hene, wek Ocelan, Bayik, Karasu, Kalkan, bi salane heman tiştî dibêjin. Yek gav pêşketin û guherîn tune. Her tim heman senaryoyê pêşkêşî kurdan dikin.

Çîroka bê dawî

PKK’e eve 45 salin heman çîrokan dibêje; “me dewleta tirk têk bir, artêşa tirk winda kir, ev sal sala serketinêye, sala dawîye, em wê li ber xwe bidin, kêmek maye em dê serketina nîhayî afirînin” we dike ku mirovî li pey xwe kaşbike. Lêbelê, çi santîmetreka serketinê jî tune. Berevajî windabûn heye, xwîn heye, hêsrê çavan hene. Siyaseta ku di bin navê PKK’ê de tê meşandin, bi kurdan mezin di de winda kirin.

Dûran Kalkan çîrokek wiha vedibêje: hebû nebû gerîlayan di salekê da hezar û 454 çalakî encamdan û hezar û 871 leşker kuştin. Li ku derê kuştin? Li Zapê.

Yê te li Enqereyê neşkandî tu nikarî li Zapê bişkînî

PKK’ê şerê ku berya 45 salan ji Enqereyê dayî destpêkirin anî Berwarî Bala, Zap û Heftenînê. Babo we nikarîbû li Enqereyê lêbixin, ma we nikarîbû li Amedê bişkênin, lê, li wir çênebû. Di vî karî de formuleka bîrkarîyê ya hêsan heye. Ew şerê li Enqereyê û Amedê te serkeftin têde neanî tu nikarî li Zap, Avaşîn, Xwakûrkê û Heftenînê jî serkeftinê têde bînî.

Dûran çîrokekê dibêje; “artêşa tirk nikare li bejahiyê bi pêş ve biçe” Dûran efendî hinekê ciddî be, hinekê şerim bike. Dewleta tirk bi otobusan leşkeran ji “Boluyê” derbasî tevahiya Bakur û Herêmên Parastina Medya dike. Ji Heftenînê heya Xwakûrkê yek çalakî li dijî dijmin nayê kirin û hemû deverên çîyayî bi rengekê ji PKK’ê hatine standin hê jî Kalkan efendî behsa çi serkeftina xwe ya bejahî dike. Ma bihostek erd maye dest we de ku hûn bikarin bibêjin em serkeftî ne. Gelo pirsek; li goreyî PKK’ê serkeftin çîye û îsbata serkeftinê çi ne?

Elî Heyder Qaytan li kuye?

Dûran Kalkan qet şerim nekir, hindek fermandarên xweyên weke “Bêrîvan Zîlan û Ehmed Rûbar” yên jiyana xwe ji dest dabûn jî bi bîr anî. “Her yek ji wan 30 salan li çîya bûn” lê pêdvî bû Dûran Kalkan bigotiba ka çawa damezrînerê PKK’ê û hevalê wî yê serdema îdolojîk Elî Heyder Qaytan (Fuat) jîyana xwe ji dest daye. Her partiyeka nikaribe mirina damezrînerê xwe aşkera bike, bizanin ku li wir teşqeleyek heye. Dê fermo meydan bû te; heke gerîla ewqas li cem te bi qedir û qîmete, destpêkê ji Elî Heyder Qaytan dest pê bike û hemû kiryarên xwe aşkera bikin.

Gelo axaftinên Dûran Kalkan îtiraf in yan jî nîşanên bêhişiyê ne

Mijara giştî ya Dûran Kalkan di rêzefilma wî ya propogandaya li ser sekinî, rewşa Sûryê bû. Di vî warî de Kalkan ragihand; “rêveberiya Sûryê bila paşerojê vekole. Kêliya herî baş ya ku dewleta Sûryeyê li ser linga hiştî, ew kêlî bû ya ku ligel PKK’ê de borandî. Divê qed jibîr nekin û xwe nekin amûrê dijberîya dewleta tirk Ya li ser Kurdan.”

Pirr zehmete ku mirov bibêje ka eve îtirafeke yan nîşaneka bêhiş bûnê ye. Li gorî Kalkan, Surya demekê “bi kurdan re bûye dost”. Lê di rastiyê da dewleta Sûryê çi caran hebûna Kurdan qebûl nekiriye û muamilekî hemwelatî bi kurdan re nekirîye. Eva ku li Şamê li taxeka luks de vîla pêşkêşî Ocalan kirî, nayê wê wateyê ku Sûriya dostê kurdane. Helbet eve îtirafeke: “piştî ku bi PKK’ê re baş tevdigerin êdî ne xema PKK’ê ye, bi kurdan çi bikin bila bikin.”

Dûran Kalkan û partiya wî PKK’ê çiqas çîrokên qehremantiyê yên mîna rêzefîlma “kolanên paşî” vedibêjin jî, mixabin êdî PKK’e nikare rastiya xwe veşêre. Her kes dibîne ku “sala dawî” tuneye lê her sal jîyana sedan mala bi dawî dibe. Di navendê de binketin û têkçûneka bi demî re heye û lihevkirinek heye ku tenê dewleta tirk serdikeve. Êdî ne rêzefilma “kolanên paşî” dikare ji boy xwe ekteran peyda bike û ne jî rêzefilma PKK’ê ya “sala fînalê” dikare ji boy xwe şervanan peyda bike.

Jêder: Darkamazî

Back to top button