Polîtîk

Rêzê li beyana îradeya aştiyane ya gelê Başûrê Kurdistanê bigrin

Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PAKê bang li cîhnê dike ku rêzê li îrada gelê Kurdistanê bigre. Ozçelik di derbarê referanduma Kurdistanê de daxûyaniyek ragihand. Daxûyanî:


Em bang li hemû dewletên dinyayê dikin: Rêzê li beyana îradeya aştiyane ya gelê Başûrê Kurdistanê bigrinDi 25ê îlona 2017an de dê li Başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûnê çêbibe. Ji bo miletek karibe îradeya xwe bi awayekî  aştiyane beyan bike, referandûm rêya herî demokratîk e.Divê ev biryara referandûmê ji terefê hemû dewletên dinyayê û raya cîhanê ya giştî ve were qebûlkirin. Ji ber ku bi sedsalan e miletê kurd bi caran hatiye qetilkirin, îmhakirin û bi neheqiyên nemayî re rûbirû maye, loma jî ev mafê herî rewa ye ku miletê kurd mafê çarenûsîya xwe bi rêya vê referandûmê pêk bîne.Ev îradeya ku gelê Başûrê Kurdistanê dê di referandûmê de bi awayekî aştiyane beyana serxwebûnê derxe holê, dê wek nimûneya jihevveqetandina Çek û Slovakan be. Di heman demê de wê bibe îradeya du dewletên cîran ku Iraq û Başûrê Kurdistanê li tenişta hevdu bijîn.Berî hertiştî em bang li Hikûmet Bexdayê û hemû partiyê siyasî û gelê Iraqê yên ji dîn û mezhebên cûda dikin ku ew rêzê li vê biryara referandûma gelê Başûrê Kurdistanê û netîceyên wê bigrin. Ev dê bibe îspata wê yekê ku bi sedsalan du miletên wekhev bi aştiyane li tenişta hevdu bijîn.Em bang li Dewleta Tirkiyeyê dikin ku ew rêzê li referandûma serxwebûna gelê Başûrê Kurdistanê bigre. Daxwiyaniyên negatîv ku berpirsiyarên Dewleta Tirkiyeyê di derbarê referandûma serxwebûnê de dane, helwesteke şaş e ku li hemberî  îradeya meşrû ya gelekî hatiye danîn. Ji dêvla Dewleta Tirkiyeyê meseleya kurd û Kurdistanê bi awayekî aştiyane çareser bike, ew siyaseta şîdet û neçareseriyê didomîne û niha jî li hemberî  biryara referandûma serxwebûnê ya başûrê Kurdistanê  heman helwestê datîne, loma jî rêya şîdet û pênebaweriyê kûrtir dike. Divê Dewleta Tirkiyeyê dev ji vê siyaseta xwe ya li dijberî kurdan berde ku ew tehamul nake li tu derê dinyayê kurd bibin xwediyê tu mafî. Berjewendiyên Tirkiye û Kurdistanê yên hevpar di wê yekê de ye ku Dewleta Tirkiyeyê kurdan jî wek miletekî dost û xwediyê heman mafan bibîne.Em bang li Dewleta Îranê dikin ku dev ji desttêwerdan û astengderxistinên li hemberî  meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê berde û rêzê li  îradeya referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê li netîceya wê bigre. Divê Dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê ji bo daxwazên kurdan yên netewî û demokratîk bi rêyên siyasî û demokratîk, bi gavên sivîl û medenî çareser bibe gavan bavêje.Dewleta Tirkîyeyê û ya Îranê gava ku li dijî referandûma serxwebûnê derdikevin,behsa ‘’Yekitîya axa Iraqê’’ dikin.Van herdu dewletan jî bi dehan salan hemû daxwazên netewî û demokratîk yên miletê Kurd bi siyaseta  îmha û înkarê pelçiqandine. Ev gotinên wan yên ‘’Yekitîya axa Iraqe’’ di eslê xwe de nîşana tirs û telaşa wan e. Êdî vê sîyaseta wan ya tune kirin û tune hesibandinê, bi tu awayî dê nemeşe, pûç bûye, xetimîye.Îroj pir aşkereye ku êdî bi navê ‘’Dewleta Iraqê’’ tu dewlet nemaye. Ew ’’dewlet’’a ku  bes weke nav li ser kaxezê maye, mafê tu kesî  tuneye  li ser miletê Kurd ferz bike. Ev ferz kirin, berîya her tiştî li dijî mafê mirovan e. Ji ber vê yekê jî, divê Emerîka, Dewletên Ewrûpayê, Rûsya û dewletên dinyayê dev ji siyaseta xwe ya çivdayinên dîplomatîk  berdin û divê bizanibin êdî  sîyaseta Sykes-Picotê  jî  mirîye. Bi teybet em bang li Emerîka û Dewletên Ewrûpayê dikin ku di şerê li dijî DAIŞê û li dijî  terora li Rojhilata Navînê de yê herî samîmî û jidil, dost û mitefîkên we ye,  gelê  Kurdistanê ye. Îroj ev dostê we li başûrê Kurdistanê dixwaze îradeyekê derxe holê û referandûma serxwebûnê li dar dixe. Werin vê piştgirîya di van salên vê dawîyê de hûn didin gelê Başûrûrê Kurdistanê , hin xurtir û berfirehtir bidomînin, piştgiriya referandûma serxwebûnê û piştgirîya daxwaza serxwebûna gelê Başûrê Kurdistanê bikin.Êdî serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji daxwazeke siyasî wêdetir çûye. Serxwebûna Başûrê Kurdistanê êdî ji bo ji hêla însanî, civakî, îdarî û aborî ve gelê  başûrê Kurdistanê karibe xwe li ser nigan bihêle, bûye rêya dawî. Gelê Başûrê Kurdistanê heta îro bi dilxwazî çareseriya federal ya bi gelê Iraqê re hilbijart, lê rejîma Bexdayê sîstema federe tune hesiband û bi siyaseta xwe ya ku gelê Kurdistanê birçî bihêle û hemû maf û peymanan bide bin lingê xwe, êdî ji bilî serxwebûnê tu rê ji kurdan re nehiştîye.Rêveberîya Başûrê Kurdistanê ya Federal ji gelek dewletên dinyayê bêtir xwedî  xisûsiyetên dewletbûyinê ye. Teva hemû astengiyên navxweyî  jî ew ji hêla eskerî, îdarî, ekonomîk û civakî ve dikare wek dewleteke serbixwe xwe îdare bike û ev daye îspatkirin jî.Miletê kurd û Kurdistanê ji derveyî  îradeya xwe hetiye perçekirin û ji hêla tarîxî û nevneteweyî ve neheqiyek mezin lê bûye. De ka werin wek dewletên herêmê, dewletên dinyayê û hemû gelên cîhanê, referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji bo li perçeyên din yên Kurdistanê jî bibe wesîleya çareseriyên siyasî û demokratîk û bi awayekî aştiyane safî bibin, em vêya bikin destpêkekê.Em bang li hemû kurdên dinyayê dikin:  Serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê ji bo hemû perçeyên Kurdistanê bibe derîvekirina azadiyê. Serxwebûn dê  şiûra neteweya kurd  û ya dewletbûnê xurtir bike  û ew ê bibe sedem ku baweriya kurdan bi wan bê, ew ê karibin bi her awayî xwe îdare bikin. Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê dê bibe mal û sitareya hevpar ya hemû kurdên li dinyayê.Divê 50 mîlyon kurdên dinyayê, hemû derûdorên dînî, mezhebî, eqaliyet û gelên ku Kurdistanê wek welatê xwe dibînin; hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û sivîl û şexsiyetên xwedîtesîr kampanyayên xurt çêbikin û ”Platforma Piştrgirîya Referandûma Serxwebûnê” organîze bikin.Divê em hemû kurd û kurdistanî bi destên hevdu bigrin, kampanyayan li dar bixin, piştgiriya raya giştî ya dinyayê werbigrin ku  bila rayedarên dewletan  piştgiriya serxwebûnê bikin, yan jî bi kêmanî wan bînin wê nuxteyê ku ne li dijî serxwebûnê bin .Em hemû dorûberên Başûrê Kurdistanê ku ev biryara dîrokî ya referandûma serxwebûnê dane pîroz dikin. Divê hemû partiyên Başûrê Kurdistanê, Parlemento û Hikûmet, hemû îmkanên xwe seferber bikin û pêşkêşîya xebateke hevbeş  bi kurdên herçar perçan re ava bikin da ku piştgirîyeke xurt bê hûnandin.Divê piştgiriya referandûma serxwebûnê , îlan kirina  serxwebûnê û parastina  Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê  ji bo her kurd û kurdistaniyan wek erkeke dîrokî û neteweyî bête qebûlkirin.10.06.2017Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê

Back to top button