Nivîsar

Rezaleta nexşe siyasî li Rojavayê Kurdistanê…

Li Rojavayê Kurdistanê pênc kes hatine cem hev li Rojavayê Kurdistanê partiyêk danîne. Le serê wan jî şivanek heye (PKK/PYD). Ew şivana bi xwe jî ne şivanekî baş e bi biyaniyan re girêdayî ye.. Dê wan hemûyan gelek bi hêsanî bide guran û dewletan.

Gelo neteweya kurd, miletekî arstokrat û bi esalet e. Ev çi rezalete ku bi destên siyasetmedaran li serê neteweya kurd çê bûye. Dema siyasetmedar li vê nexşe dinêrîn fedî nakin.

1-Ev nexşa rewşa Rojavayê Kurdistanê ya nexweş û beredayî û perîşan diyar dike. Loma jî beriya yekîtî di vê ew nexşa bê şirove kirin.

Rojeva Kurdistanê, beşa biçûktirin ya kurdistanê ye. Nifusa wan jî piştî Şerê Navxwe yê Sûriyeyê nîî derket derveyî welêt. Gelek herêm jî di bin dagirkeriya Dewleta Tirk de ne. Herêmên ji derveyî dagir hatine kirin jî dîsa bi awayekî di bin kontrola dewleta Rûsî, Suriyeyê, Tirkiyeyê de ne. Li Rojavayê Kurdistanê siyaseta Baasî ya nîjadperest ya Qemera Ereba nikare çê bike, nûha çêbûye; li Kurdistanê û bi taybetî jî li Qamişliyê hejmara ereban zêde bûye.

Di vê rewş û nexşê de 25 partî guya yekîtî ava kirine. Di nav ENKS de jî 10-11 partî hene. Hejmara partiyên Rojavayê Kurdistanê dibe 35-36 partî. Gelo çend kurdên Rojavayê Kurdistanê navê van partiyan dizane? Kurdek wesat ne, kurdekjî siyasetmedar dikare ku navê van partiyan bihêjmire? Ev partiyan kê temsîl dikin? Çend endamên wan hene? Serokên wan kî ne? Ev partiyan bi destê kîjan dewletê çêbûne?

Hafiz jî nikarin navén ev partiyên Rojavay Kurdistan jêber bike. .

Mirov dikare pirsan hîn rêz bike. Lê ez dizanim ku qiymeta van partiyan tune ye. Hemu jî di bin kontrola PKK/PYDê de ne. Ji wir nan dixwin. Dê çewa serbixwe û azad tevbigerin.

2-Ev nexşa perîşanî û rezaletî û bêşaxsiyetî ya siyasî bi destê Dewleta Sûriyeyê û PKK çê bû. Dewleta Sûriyeyê bi destê PKK sê stratejî meşand. Di van her sê stratejiya xwe de jî serkeftî bû.

Stratejiya yekemîn: Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê û li deverên din bide kûştin û telef bike û qir bike.

Stratejiya duyemîn: Kurdistanê bi destê PKKê bike ereb.

Stratejiya seyemîn: Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê tasfiye bike. Rêxistin û serokatiya rêxistinên Kurdistanê bê rûmet bike. Kurdan parçe parçe bike. Her pênç kes partiyekê ava bikin, xelk jî bi wan bikene.

İbrahim Güçlü‎

Back to top button