Nivîsar

Rewşenbîrên tirk û pirsa kurd

180 Nivîskar,rojnemevan û rewşenbîrê Tirk, daxûyaniyek belav kirin û di daxûyaniya xwe de behsa rewşa Tirkiye dikin û didin xûyakirin ku Erdogan dixwazê Tirkiye bike wek Almanya Nazî. Herweha ev grub didin xûyakirin ku ew rê nadin Erdogan vê yekê pêkbîne û bighe armanca xwe. Di daxûyaniyê de behsa dexta Erdogan li ser grubên medyayê, li ser cemaeta Gulen dikin. Lê xwediyên daxûyaniyê qet behsa kurda, rewşa kurda li Bakur nakin.Behsa zilm û zordariya dewletê li Kurdistana Bakur nakin. Ev daxûyanî rewş û helwesta qaşo rewşenbîrên Tirk dide kifşkirin. Rastî naxwazin bi tu awayî pirsa kurd bibînin. Dema behsa pirsa kurd jî dikin her demî li gora berjewendiyên xwe behsê kirine û ji bo nakokiyên xwe pirsa kurd bi kar anîne. Mixabin beşek ji kurdan jî bi vê yekê tên xapandin. Roja cumhuriyeta Tirk hatî damezirandin heta wek îro, bi navê çepitiyê, rewşenbîrîyê û pêşverûtiyê kurd têne xapandin. Di rastiya xwe de çikas gunehê wan hebê, gunehê kurdên ku bi wan tên xapandin û pirsa kurd ji bo wan dikin derincik gelektir e. Kompleksa kurdan li himber çep û rewşenbîrên tirka ji xwezaiya pêwendiyên welatên serdest û bindest tê holê. Ji % 98ê rewşwnbîrên Tirka dema pirsa kurd dikeve holê ji faşîstên vî welatî xirabtirin. Rewşenbîrên Tirk bi hemû awayî şerê hev dikin, hev rexne dikin, tawanbar dikin. Lê dema pirsa kurd tê holê wek hevin. Yek dengin. Tişta bi tenê wan tînê ba hevûdin dijminatiya Kurda ye. Gelo çi cudahiya xwediyê daxûyaniyê û Erdogan di pirsa kurd de heye? kurd bi xwe çewe dikarin bersiva vê pirsê bidin. 3.9.2015Nûçe Analiz/N.Firat

Back to top button