Nivîsar

Rewşenbîr û Helwesteke Zimanî

Şerefxan Cizîrî

Ez naxwazim di vê gotarê de pênasînên tevahî li ser pirsa rewşenbîran û ziman bikim. Bi çewalan tişt, dîtin, dilbijandin, model û pênasîn hatine kirin, di vê mijarê de lêkolîn hatine kirin, teorî hatine hûnandin lê wilo xuyaye ku ev pênasîn û çarçovekirin tu caran alîkariya rewşenbirtîya Kurdî nekirîye. Me nîqaşên sîstematîk û afirîner jibîrakirine. Me tenê li dengê xwe guhdarkirîye.  Em ji nirx û dinyaya entelektuelî bêrî ma ne.

Di nava tevgera Kurdan de pênasîna rewşenbîrtiyê û ziman ne li gora pîvanên gerdûnî dibe. Heta nûha rasta rasta pêwendîyên gerdûnî û Kurdî li hevdû baş nebanîyane. Konê me yê rewşenbirtîyê rizyayîyê, nikare xwe li ber ba û bahozan ragir e. Gava ku bahoz lê radibe stûnên konê me zû hildiweşin. Em rewşenbirtîyê û ziman li gora rewşa konê xwe pênase dikin. Li gora berfirehî û asta asimîlasyona ku di nava civaka Kurdan heye em vê bûyerê niqaş dikin. Niqaşa me ne li gora pîvanên netewî û gerdûnî pêktê. Me Kurdan rewşenbirtî heta nûha li gora rastî û taybetmendîyên xwe pênase kiriye. Ev jî ditîneke bi pirsgirêk e û gelekî lawaz e…

Ma rewşenbîrtiya ku şelafîyan ji dagirkerên welatê xwe re bike, li cem helwesta wan cihê xwe bigire, di çarçova pergala bîrdoziya wan de sobayê bike, çawa dibe rewşenbîrtîya Kurdî?

Divê em karibin him pîvanên gerdûnî û him jî pîvanên Kurdî bînin cem hevdû. Divê di nava tevgera Kurdan de bingeheke xurt di navbêna kare rewşenbîrî û zimanê Kurdî de pêk were. Dîyar e ku taybetmendiya helî giring ji bona rewşenbîrîya Kurdî de divê zanebûn, xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî be…

Rewşenbîrê Kurd divê di kesayetiya xwe de zimanê Kurdî û berhemên kultura Kurdî biserfîne. Ya na ev dibe bîyaniyê civak û kultura xwe, ew zû asimîle dibe, nema ji me ye û dibe nekirkêrê civaka welatê Kurdan.

Di vê pirsê de emê bi hûrgûlîyan nûha danekevim. Lê ez dixwazim bi xêtên giştî li ser pirsa rewşenbîran û ziman hinekî rawestim; Pêşî mirov dikare bibêje; rewşenbirî û ziman nikarin ji hevdû werin qetandin. Ya rast ev e. Gava ku pêwendî qetiya jî, bi rastî diqet e! Ji ber ku rewşenbîr bi zimanê xwe dibe rewşenbîr, mirov li welatekî şênber dibe rewşenbîr, bi helwesta xwe dibe rewşenbîr, bi doza ku diparêze de dibe rewşenbîr. Gava ku mirovek bi zimanê xwe nizani be, gava ku helwesta wîna ne li cem doza welatê wî be, gava ku ew li cem dagirkerên welatê xwe cîh bigire rewşenbîrtiya wîna li kudere dimîne? Gava ku zimanê rewşenbîran weke ya dagirkerên welatê wî be, dijberîya wîna weke ya dagirkerên welatê wî be, heta fikir û ramanên wîna weke ya dagirkerên welatê wî be, ew çawa dibe rewşenbîr?

Ango rewşenbîrên ku hîna jî nebûne Kurd, nebûne ji xwe, nebûne beşek ji civaka kurdan ew gelo rewşenbîrên çawa ne? Beloq in, mekroh in, qûrmiçî ne, xaînin, xeşîm in, palosî ne, ji hevdû ketine, tewtewe ne, barûte ne?…

Çi ne gelo?

Ezê dîtineke gelekî dîyar li vir dubare bikim; rewşenbîr çiqasî bi zimanên bîyanî zanibin, karibin bi wan zimanan bixwînin û binivîsînin, asoya wana ewqasî jî berfireh dibe. Ev rastîyeke kulturî ye. Di encam de jêhatbûna wana ya civakî dikemil e, ber dide, livandina wana azadtir dibe. Dîsa ev jî rast e. Lê gava ku tu bi zimanê xwe nizani be, gava ku tu nikaribe bi zimanê xwe bixwîne û binivîsîne asoya te jî ewqasî teng dimîne, xam dimîne û tu di asta kulturî dibe astengdar. Ango tu diqûrmiç e. Gava ku tu bikêrî ziman û welatê xwe neye, tu bikêrî doza netewa xwe neye, tê bikêrî çi be gelo?

Tu di wateya kulturî de di nava civaka Kurdan de tenê dibe qerpalek… Ji civaka Kurdan re tu tenê dibe nanxwûrê cilqetin… Tu tenê dibe nekirkêrek ji bona welatê xwe…Tu tenê dibe toltajî, li ber sobayeke dadayî xwe vediparimîne û şiretan li derdora xwe dike!…

Em dîtinên xwe hîna şênbertir bikin; mînak; rewşenbîreke Fransî, Elman, Ereb, Bask, Swedî, Faris, Tırk ûhw gava ku bi zimanê xwe nizani be, mirov dikare wana weke rewşenbirên Fransî, Elman, Ereb, Swedî ûhw pênase bike gelo? Ma rewşenbirên wilo hene?  Dibe ku ew “rewşenbîr” be lê ma gelo ew dibe rewşenbirê welatê xwe, yê netewa xwe, yê zimanê xwe, yê kultura xwe? Em dizanin ku li Rojhllata Navin Kurd bi zimanê dagirkeran perwerde dibin, ji ber wilo jî gava ku Kurd Tirkî, Farısî, Erebî fêr dibin, ev tiştekî normal e. Gava ku kurd berheman bi wan zimanan biafirîne, ev jî normal e. Lê ma gava ku Kurd – bi taybet rewşenbîr- Kurdî fêr nebin çiqase dikarin karê rewşenbîrî bi helwest û exlaqekî bilind di nava civaka xwe de bikin? Ma mirov dikare amintî û bahwerîyê di civaka Kurdan de bi van taybetmendiyên ku li derveyî nirxên netewî pêkhatine ava bike gelo?

Ez dibêjim rewşenbîrê welatê me ku bi Kurdî nizanibe, ji bona ku bibe rewşenbîrê Kurd, divê pêşî Kurdî (Kurmancî, Zazakî) zanibe, divê Kurdî fêr bibe, bixwîne, binivîsîne, henekan bike, bikene, stranan bibêje, duayan bike, bigirî… Qet nebe quretîyên xwe bi Kurdî bike!… Yan na rewşenbîrtiya wan bêwate dimîne… Rewşenbirtîya wan dibe weke kefa sabuna Ereban û li nava civaka Kurdan belav dibe… Dibe weke qurqûra beqan û Kurdan nerehet dike… Dibe weke zûrandina gûran û helwesta Kurdewar ku di nava rewşenbîrên Kurd de heye, lawaz dike…

Ma rewşenbîrtîya Kurdî wilo dibe?

Back to top button