Hevpeyvîn

Rewşa siyasî nîşan didê ku derfetên baş li pêşiya Kurdistanê hene

Mustafa Şefik bersivên Rojeva kurd dide û balê dikşîne ser rastiyekî li Rojhilata Navê. Şefik dibêje: Kursî tenê bes nîne ji bona rêvebirina deshilatê, belkî hêz jî gereke, hêz jî bes nîne belkî hêzên nav netewî û herêmî jî rola wan heye, divê razî bûn an jî li hev hatina wana hebe.

Pirsên Rojevakurd:

Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina  hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de  çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

Bersivên Mustefa Şefik:


30,ê Îlona derbazbûyî li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên perlementoyê hatin encam dan, li gora encamên hilbijartinan Partiya Demokrata Kurdistan PDK bi 45 Kursîyan di rêza êkem, Yekêtiya Nîştimaniya Kurdistan YNK bi 21 Kursîyan di rêza duwem û Tevgera Goran bi 12 kursîyan di rêza sêyem de cih digrin li pey vana di rêzêde bizava nifşê nû, komela Îslamî , enîya çaksazî (yekgirtûya Îslamî ) di rêzbenda çarem, pêncem û şeşem de cih digirin, li gor van encaman ger em vê rewşa hilbijartinan bi din berçavan hem bi dengên xweyên cemawerî  û hem jî bi hêza xweyî leşkerî û giranîya xweyî sîyasî  PDK hêza sereke û bi bandore liser meydana sîyaseta başurê Kurdistanê, di asta Îraqê de jî eger weke partî bi hesibînin li gora ejmara kursîyên xwe partîya êkem bû. Lê bê gûman ev der Rojhilata navîne di Rojhilata navîn de jî li Îraq û Kurdistanê deng û Kursî  rewatî yan jî meşurîyet di de hêzên serkeftî lê kursî tenê bes nîne ji bona rêvebirina deshilatê, belkî hêz jî gereke, hêz jî bes nîne belkî hêzên nav netewî û herêmî jî rola wan heye, divê razî bûn an jî li hev hatina wana hebe.

Weke em tev di zanîn îro nakokî û milmilana DYA û Îranê her diçe tundtir û dujwartir di bin, perçek mezin ji şer û milmilana wana li Îraq û Kurdistanêye, ev  pênc meh di ser hilbijartinên Îraqê de derbaz bûn lê  hêj nîv hukumet li Îraqê pêk anîne nîva dîtir hêj temam ne bûye, sedema vê çendê jî destwerdana Îran û DYA’ ye  li vî welatî, vê çendê bandorek raste rast liser rewşa Kurdıstan bi giştî û herêma Kurdistan bi taybetî jî  heye. Ev rewşa objektîv li herêmê  bandorê liser rewşa başûr jî dike, ewê bandorê liser avakirina hûkûmeta nû piştî van hilbijartinan jî  hebe.

Ger mirov li encamên hilbijartinan bi nêre Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî  li gor hilbijartinên derbaz bûyî rêjeyek mezin dengên xwe wenda kirine, Komela Îslamî liser hesabê Yekgirtûya Îslamî  kursîyên xwe hindikî zêde kirine û bizava nifşê nû weke rêkxistinek teze liser hesabê Bizava Goran karî 8 kursîyan bi dest bixe.

Ger em prosesa sîyasî di tevayî 25 salên derbaz bûyî de bi din berçavan rewşa her dû partîyên sereke yên Başûrê Kurdistanê PDK û YNK e zêdetir tabloya sîyasî nîşanî me di de. Di hilbijartinên 1992’de herdû partî bi cûda bûnek kêm di navbera wan de ( 50 bi 49 ê dengan derketin perlementoyê û nîv bi nîv an jî ku di bêjin ( fîftî – fîftî ) deshilat di navbera xwede parvekirin, lê roja îroyîn PDK heya derecek mezin karîye dengên xwe 45% bi parêze, lê YNK zêdetir ji nîva dengên xwe wenda kirine 21% dengan hene. Ev rastîya hanê balansa hêz heya astek mezin guhertîye, lê tiştê kû di rastîya jîyanê de gelek caran em di bînin ewe kû rayedarên YNK gelek caran naxwazin vê rastîyê bi bînin an jî qebûl bikin û weke berê hêj di fikirin kû 50% deshilatê ji wan re bi mîne.

Ejmara zêdey van partîyên din ên kû ketine perlementoyên liser hesabê dengên YNK an jî ji valatîya YNK ê gehîştin perlementoyê, lê YNK naxwaze  vê hesabê bi xwewre bike, sexmeratî vê êkê milmilana hêzên dereke nexasme milmilana Îran û DYA di be sedem kû hêj weke hêzek sereke  di nava havkêşên siyasî de cih bigire.

Lê weke me berê jî dîyar kir, livir mirov nikare tenê liser hejmara dengan û kursîyan hesaban bike, û  ji bona rewşa îro ya herêma Kurdistanê ji vê çendê giringtir parastina yekêtîya nav mala Kurdan û parêzgarî kirine liser parastina statûya herêma Kurdistanê weke pêkhatek Federalî û yekgirtî di Îraqê de , ji bona vê çendê di demên derbazbûyî de gelek tengasî di asta hikûmet û perlementoyê de hatin jîyan kirin, lê belê ji bona xatirê parastina herêma Kurdistanê ev tengasî  di hatin ji bîr kirin. Her ji ber vê êkê kabîneya derbaz bûyî ya Hikûmeta herêma Kurdistanê hikûmetek bingeh fireh hat avakirin, lê ev hikûmet weke pêtivî di meydana pratîkîde bi rêve neçû, hind partîyan di nava hikûmetê de cih girtin lê di heman demê de weke opozisyon tevdigerîn, bêguman vê çendê gelek tengasî çê kirin, û di dawîyê de tevgera Goran ji hikûmetê vekişîya paşî Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî jî ev şopandin di dawîyê de carek din tenê PDK û YNK di hikûmetê de man.

Gelo ev ezmûna derbaz bûyî çi pend an jî wane ji mere di de nîşan ? Gelo ewê cardin hikûmetek bingeh fireh ava bibe lê di warî pratîkîde bar liser milê partîyek tenê be? An jî partîyek bi tenê dikare hikûmet ava bike û başûrê Kurdistan bi rêve bibe? An jî formula herî rast ji bona rewşa niha ya herêma Kurdistanê çiye?

Perlementoya nû hilbijartîya Kurdistanê îro êkem civîna xwe li darxist ,  partîyên sîyasî  her kes li gora xwe rewşê di nirxînin, rojên pêşîya me wê dîyar bi be  hikumetek çawa wê bê avakirin, lê meylek giştî di nav partîyên sîyasî de tê xûya kirin piranîya alîyan di xwazin di hûkûmeta dahatî de beşdar bin. Di serî de di vê bêjîn her çiqasî  paşî bûyerên 16.Oktobera derbaz bûyî û helbijartinên serok komariya Îraqê ya  îsal sarbûn û dilgiranîyek mezin di navbera YNK û PDK ê de çê bi bejî lê balans li başûrê Kurdistan di navbera van herdû partîyan de tê parastin, ev bûye rewşek neçarî ji bona berjewendîyên giştî  divê ev herdû hêz ji bona hûkûmetê li hev bikin. Weke tê xûyan jî û rayedarên herdû alîyan vê êkê red nakin  kû di xwazin bi hevre di hûkûmetê de beşdar bin, ez bawerim ewê bi vî awahî bejî herdû hêz wê hêzên sereke bin di hûkumetê de.

Lê livir pirs eve: Aya ewê weke berê  dû hevparên wek hev hikûmetê ava bikin? PDK dibêje em amadene bi hemî alîyan re hûkûmetek bingeh fireh ava bikin, lê emê li gor kursîyên her alî  di hukûmetê de cih bidin wana, alîyên din jî her alî di xwazin bi destkeftîyên zêdetir bi keve nava hikûmetê. Pirsa din ya giring divirde ewe:  Gelo weke kabîna derbaz bûyî ewê lingek van partîyan di hikûmtê de û lingê din di opozisyonê de be? An jî ewê beşdarîyek kara û çalak di hûkûmetêde bikin? Kar liser wê tê kirin kû alî beşdar bin lê beşdariyek rastîn, ji bona vê êkê jî alîyên sîyasî kar liser program an jî karnameya hikûmetê dikin, wate di serî de liser armanc û prensîpan lihev kirinek bê kirin paşî liser berjewendî û destkeftîyan kar bikin, ger ev êk pêk were an jî lihev hatin çê bibe bawer dikim rewiş  ji dema derbaz bûyî baştir bibe, hûkûmet wê bikare baştir ji caran kar bike.

Li gor rewşa heyî û meyla partîyên niha di perlementoyê de cih girtine xwasteka beşdarî kirin di hûkûmetê de hindekî li pêşe, wer xûyaye ewê hikûmetek bingeh freh ( koalisiyon ) bê ava kirin liser bingehê li hev hatinê. Armancên hevbeş ên kû di propagandeyên hilbijartinan jî der di ketin pêş û piranîya alîyan tekez dikir çakasaziyek( reformek ) rastîn di warê malî û îdarî deye, ev wê armacek sereke be li pêş kûmeta nûya Kurdistanê, nehêlana gendelîyê (koropsyon ), yekxisitina hêzên çekdar, baştir kirina rewşa abûrî û afirandina derfetên kar, pêşdabirina kertê saxlemîyê û perwerdê,  serastkirina pêwendîyan di gel Bexdad û pêşda birina pêwendîyên dîplomasî di asta herêmî û cîhanî de  cî bi cî kirina mada 140 ya destûra Îraqê  û ya ji tevan giringtir drexistina destûr an jî makezagona  herêma Kurdistan wê armacên sereke yên li pêşiya hûkûmeta nû ya herêma Kurdistanê bin, heya astek baş jî wê liser van armacan li hev kirin hebe.

Tê pêşbînî kirin û pêşveçonên sîyasî yên herêmê jî wer nîşan didin kû derfetên baş li pêşîya herêma Kurdistanê hene, berjeng di xûyên kû rewşa abûrî wê baştır bibe. Ger  bandora Îranê liser deshilata navendîya Îraqê kêm bibe pêwendîyên di navbera Bexda û Hewlêrde wê baştir bibin, di van helûmercên pozetiv yên herêmî û navxweyî de hebûna hûkûmetek bi hêz li herêma Kurdistanê derfetek mezine ji bona pêşdaçona başûrê Kurdistan û doza Kurd bi tevayî . Bi giştî di karim bêjim kû rewiş heya astek baş erênîye û guhertinên kû di herêmê de çê dibin li berjewendîya Kurdane, eger Kurd bi jîrane tev bi gerin ewê pêşveçonên baş di berjewendiya Kurdan de çê bibin û netenê ji bona başûr belkî ji bona tevayî doza Kurd rolek giring hebe.

Mustefa Şefik

Back to top button