CivakPolîtîk

Rewşa firotina neft û gazê hate nirxandin

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja duşemê 08.01.2018ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr Kurdistanê civiya û bernameya civînê taybet bû bi nirxandina yekemîn rapora hûrbîniya dahatinê û xerciyên nef û gazê li Herêma Kurdistanê bûDi destpêka civînê de, serdana şandeyên her du wezaretên tendirustiyê û perwerdeyê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û pirsa miaşên miaşgirên her du wezaretan hat behis kirin. Di icvînê de hat tekîd kirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li her gaveke erênî ji aliyê Bexdayê ve bê avêtin dike û hêvî xwest ku hikûmeta Îraqa Federal soza hinartina miaşê miaşgirên her du wezaretên navborî  bi cî bike.Bernameya civînê taybet bû bi nirxandina yekemîn rapora hûrbîniya dahatinê û xerciyên nef û gazê li Herêma Kurdistanê bû.Amanc Rehîm sekreterê civata wezîran behsa pirojeya hûrbînîiya serbixwe ya navdewletî ya dahatinî û xerciyên neft û gazê li Herêma Kurdistanê kir ku ew piroje bi biryara Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê jimare 73 roja 03.02.2016 û li gor yasaya neft û gazê û Sindoqa Kurdistanê ji bo dahatiniyê neft û gazê biryar lis er hatibû dan.Di piroseseke şefaf de û li gor pîvanên Bnakaya Navdewletî û li ber ronahiya rênîşanderên girêbestên hikûmî, kompaniyên cîhaniyên bawerpêkirî yên warê hûrbîniyê de vexwandin Kurdistanê û di dawiya sala 2016ê de  Civata Neft û Gazê ya Herêma Kurdistanê digel her du kompaniyên cîhanî Deloitte û EY girêbser îmza kir. Li gor wê girêbestê her du kompanî hûrbînîiyê di hemû dahatinî û xerciyên neft û gazê li herêma Kurdistanê, salên borî û di paşerojî de berdewam bin, hûrbîniyê bike.Tîma kompaniya Deloitte beşdarî civînê bû û behsa rapora şeş mehên destpêka sala 2017ê ya hûrbîniya dahatinî û xerciyên neft û gazî berçav kir.Rapora kompaniya Deloitte pêk tê ji hûrgiliyên zaniyariyên hirdekirin neft û gazê, bikaranîna navxwe, refenerî, dahatiniyê ji firotina nefta xam bidest keftiye, buhayê yek bermîla neftê û ew pereyê pêşwext ji kompaniyan hatiye wergirtin, ew pereyê ji bo heqdestê kompaniyên neftê hatiye xeric kirin û xerciyên din û e wpereyê gihiştiye wezareta darayî û aborî ya Herêma Kurdistanê. Ev pirojeye li jêr serperiştiya Civata herêmî ji bo karûbarên neft û gazê li Herêma Kurdistanê hatiye amade kirin.Piştî gotûbêkirina raporê di civînê de, civata wezîran ev pirojeye bi gaveke giring ji bona şefsfiyetê di sektora neft û gazê li herêma Kurdistanê bi gaveke girign wesif kir û pêşniyarên kompaniya Deloitte yên di warê geşepêdana wê pirosesê û wergirtina tedbîrên pêwîst ji bo bicîkrina wan pêşniyaran, pesind kirin.Serokwezîr, cîgirê serokwezîr û endamên civata wezîran sipasiya komîteya hevahengî p bicîkirina pirojeyê a bi serperisştiya Amanc Rehîm sekreterê civata wezîran ku roleke giring di hevahengî û hevkarîkirina kompaniya Deloitte hebû ji bo bihêsanî gihiştin bi zaniyarî û dekomentan, kir.Civînê biryar de ku tîma ew rapor amadekirî, her ew bixwe wê raporê bi serokatî û komisyonên peywendîdarên parlamentoya Kurdistanê bigihînin, di heftiya bê de jî bi timamî hemû hûrgiliyên wê raporê ji raya giştî ya navxweyî û navdewletî re bên eşkere kirin.Di paşerojeke nêzîk de rapora şeş mehên dawiyê yên sala 2017ê ya hûrbîniyên dahatinî û xerciyên enft û gazê li Herêma Kurdistanê ji aliyê kompaniya Deloitte ve dê bê amadekirin û weşandin. Ew kompanî dê hûrbîniyê di dahatinî û xweciyên salên 2014, 2015 û 2016ê de jî bike û rapora xwe bixe berdestê civata wezîran, serokatî û komisyonên peywendîdarên parlamentoya Kurdistanê û raya giştî bike. 

Back to top button