RojevTeknîk

Rêveberêk nû ji bo K24ê hate destnîşankirin

Li gora nûçeya K24ê, Ehmed Zawîteyî weke Rêveberê Giştî yê nû yê Saziya Kurdistan24ê dest bi kar kir.

Ehmed Zawîteyî ku bi salan e karê rojnamevaniyê dike û ezmûna wî ya çendîn salan weke peyamnêr li kanala El Cezîre ya Qeterê heye, îro weke Rêveberê Giştî yê nû yê Saziya Kurdistan24ê ligel rêveberên beşên saziyê û karmendên wê, civiya.

Civîn li ser dariştina stratejî û nexşerêya qonaxa nû ya Saziya Kurdistan24ê bû.

Saziya Kurdistan24 ku di sala 2015an de hatiye damerandin û navenda wê ya sereke li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye, ji bilî kanala televîzyonê û radyoyê, li ser malpera xwe bi pênc zimanên cuda nûçe û raportan belav dike.

Back to top button