Cîhan

Rêkeftinan navbera Kurdistan û Amerîkayê

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê digel Jozef Penington konsulê giştiyê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê li herêma Kudsitanê civiya û têkeftinameyek ji bo dabînkirina erdî bo avakirina konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê îmza kir.

Di civînê ku, Suham Cebelî alîkara berpirsê peywendiyan amade bû, felah Msitefa û konsulê Amerîkayê yê herêma Kurdistanê rêkeftineke hevbeş îmza kir û li gor wî rêkeftinê dê li Hewlêrê erd ji bo avakirina konsulxaneya Amerîkayê bê dabîn kirin.

Mistefa ev pêngava îdareya Amerîkayê ji bo pêşxistina têkeliyên bi herêma Kurdistanê re, bi pêngaveke giring wesif kir û got ku, têkeliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê têkeliyên dîrokî ne û ev pêngava hikûmeta Amerîkayê ya avakirina avahiya konsulxaneya xwe li Hewlêrê dê bibe destpêkek nû bo peywendiyên her du aliyan.

 

Konsulê Amerîkayê jî got ku, rv pêngava îro ji bo zêdetir xurtkirina têkeliyan bi Îraqê re bi giştî û bi herêma Kurdistanê re bi taybetî, gelek giring e. avakirina avahiya konsulxaneya Amerîkayê li hewlêr dê bibe hêvênê kûrkirina peywendiyên navbera her du aliyan de.

Her du aliyan behsa mekanîzm û pêngavên cîbicîkirina made û bendên reêkeftinameyê kir.

Peywendiyên navbeta Hewlêr û Bexdayê, rewşa Suriyeyê û penaberên surî li herêma Kurdistanê mijaêrn din yên civînê bûn.


Back to top button