Nivîsar

Referanduma Serxwebunê

Hizra miletekî bikin; mafên hevbeş yên bingehîn û bi sedan mafên takekesî bi zorê ji destê wî hatine girtin.

Xelkekî bifikirin; wêrektirîn kesên ji ber ku li dijî vê neheqîyê dengên xwe bilind kirine; hatine kuştin, nîvmirî bûne rêwîyên zindanan. Gelekî bifikirin, wêrektirîn zarokên wî ji ber ku gotin têrê nekiriye; rahiştina çek; bûne eşqîya, bûne terorîst, bêpişt û piştgir mane.

Aha ev xelk, aha ev gel gihişt kevîya gerîneka azardar ya100 sal, 200 tê de nalîyayî, cara yekem bi rewatirîn awa, ji dinyayê re ragihand; EZ ÇI DIXWAZIM…

Yên ku dibêjin hîn zû bû, yek bersiv ji we re heye: Mumkin e pir dereng mabû. Hişekî zindî nikare dema vê pêngavê bixe ber pirsê. Wê kurdên qedirşînas hertim hez ji Mesûd Barzanîyê ku bi rîskeke mezin a siyasî, bû destpêşxerê vê serketina hêja, bikin.

Jixwe wî ji zûde ye cihê vê qedirşînasîya dîrokî bi dest xistiye. Yên ku dixwazin bi “kêmûkasîyên siyaseta xalûxwarzîtî” ya ji kevneşopîya civakî, vê pêngava dîrokî bilewitînin, serketina wê biçûk bixin, bi îhtimala herî baş; yan du tiştên pir cida li navhev dixin, –bi îhtimala herî xirab jî parêzerîya ajandeyên dizî dikin.

Sê bijarde li ber yekî hene ku bersiva pirsekê bide:

1- Rewşa normal ya jîyanê cehalet e, bibêje EZ NIZANIM (ku ev helwêsteke hevçerx û wêrek e),

2- Bersivek hebe, lê bi zanîn bersiv nedan (ku ev tirsonekî û bêberpirsî ye),

3- Bersiva rasterast dan; zêdetir %90î kesên herî wêrek û xwedî BERPIRSÎYAR,

  • ji bo yek ji pirsên mafên bingehîn yên kurdan ku diviyabû berî bisedan salan ji wan bihata pirsîn- çûn ser sindoqan û got: ERÊ.

Ev yek ji encamên herî bilind yên referandumên heman cûr yên li dinyayê ye. Yên beşdarî REFERANDUMÊ bûn û gotin ERÊ, em dewletê dixwazin, bûn beşdarên bidestxistina vê serketina dîrokî.

Nuha di destê me de tapuyek wekî çîyayekî heye. Êdî kes nikare çavên xwe li ber daxwaza kurdên başûr kor bike. Kes nikare awayê derbirîna vê daxwazê neqanûnî li qelem bide.

Ger hinek alî li dijî vê daxwaza rewa ya kurdan derbikeve; di destê me de WEREQEYA BIHÊZ û REWA ya “Internationa Law” ya navnetewî heye. Divê em ji her rêxistina siyasî ya kurd, ya ku li dijî VÊ DAXWAZA gelî derdikeve, vê pirsê bikin: %90ê xelkê kurd got ERÊ. Hûn çi dibêjin?

Her pêvajoyek xwedî kînetîkekê ye. Pirsa “Em ê çend sedsalên din li bendê bin?” rapirsîna vê pêvajoyê ye. Yên ku ji kurdan re dibêjin; Rawestin, hîn zû ye, LI BENDÊ BIN- divê bi tundî bên rexne kirin.

WEXT ne tiştek e ku em bikaribin virde wirde derbas bikin. Berevajî jîyana pir kin e û serbixwebûn ne bi tenê cihêzek e, em ji bo zarok û nevîyên xwe di sindoqan de veşêrin –ji me re jî pêwîst e.

Murat Ard 2.12.2018

Werger: Cemal Sonmez

Back to top button