Hevpeyvîn

Referandum biryareka girîng, qanûnî û mafekî rewa yê gelê Kurdistanê bû

Serok  Barzanî di hevpeyvînek ya xwe de dibêje : Ez ti carî ji referanduma serxwebûna Kurdistanê poşman nebûme û ez amade me referandumek din jî bikim.Kanala televizyona erebî ya El Cezîrê belgefîlmek li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê belav kir. Di beşeka wê belgefîlmê de bi Barzanî re jî hevpeyvîn hatiye kirin. 

Hinek pirsên El Cezîrê û berisivên serok Barzanî:


El Cezîre: Gelo referandoma 25 Îlona 2017 karekî xelet bû?Barzanî: Dibe hinek kes wiha hizir bikin lê bi baweriya min û 3 milyon kesên ku deng dane referandomê, biryareka girîng, qanûnî, Destûrî û mafekî rewa yê gelê Kurdistanê bû. Ez niha jî amade me referandomek din bikim ku gelo gelê kurd ji referandoma 25 Îlonê poşman e?Şoreşa Îlonê çawa dest pê kir?Barzanî: Şoreşa Îlonê mezintirîn sores di xebata rizgariya gelê kurd e ku roja 11 Îlona 1961 dest pê kir. Wê çaxê Ebdulkerîm Qasim serokê Iraqê bû. Hinek kesên derdora wî rêka xelet dan pêşiya wî û wisa kirin ku kurdan wek dijmin bibîne ji ber wê jî roja 11 Îlonê ferman da hêzên asimanî êrişî Kurdistanê bikin. Ji ber wê yekê Şoreşa Îlonê jî dest pê kir.Di dema şerê Îranê û Iraqê de, kurd bi wê yekê dihatin tohmetbarkirin ku alîkariya Îranê dikin…Barzanî: Dema şerê Îranê û Iraqê dest pê kir, serkirdetiya kurd amadehiya xwe nîşan da şerê li dijî rêjîma Iraqê bide sekinandin lê bersiv û karvedana rêjîmê li hember vê yekê sosret bû! Rêjîmê digot bila kurd ala spî hildin û bi yekcarî û bê şert û merc teslîm bibin! Êrişên asimanî li ser gundên Kurdistanê jî berdewam bû ji ber wê yekê me jî çalakiyên xwe neda sekinandin.Piştî sala 2003, Destûra Iraqê (Qanûna Esasî) dîsa hat nivîsandin. Gelo ew Destûr çawa bû?Barzanî: Em hemû di nivîsandina Destûrê de kêm ezmûn bûn. Me dizanî kêm û kasiyên wê hene lê li gorî rewşên berê û destûrên berê, ew Destûra nû destkeftek mezin bû.Çima ew referandoma ku di Destûrê de hatibû behskirin, nehat kirin?Barzanî: Wê pirsê ji Bexdayê bike.Bi nêrîna te ew referandoma ku lazim bû sala 2007 were kirin, çima nehat kirin?Barzanî: Bibexşîne, ez bersiva wê pirsê nadim.Barzanî: Hinek kes dibêjin Barzanî bi hêrsa kurdiniyê referandom kir ne bi hikmeteka siyasî, gelo ev rast e?Barzanî: Na, rast nîne. Me ji wan re got alternatîfa we çî ye. Ez qet poşman nînim ji encamdana referandomê. Dê di paşerojê de jî ev rastî dê derkeve ku ez rast bûme û gelê kurd jî dê mafên xwe bi dest bîne.Gelo Îsraîl piştevanî li referandomê kir? Çimkî di nav mîtîngên referandomê de alaya Îsraîl jî hatibû bilindkirin…Barzanî: Ti hemahengiyek nebû. Bilindkirina alaya Îsraîl jî rûdanek şexsî bû, ne pilankirî bû.Tê gotin ku 24 saet beriya referandomê Bexdayê pêwendî bi we kiriye û daxwaza sekinandina referandomê kiriye, her wiha çend welatên din jî daxwaza paşxistina referandomê kirine…Barzanî: Bexda helwesta navdewletî ya li hember referandomê xirab bikar anî. Ji ber ku beriya wê ez bi çend rayedarên fermî û ne fermî yên Iraqê re rûniştibûm. Lihev têgihîştinek hebû. Yek ji wan rayedaran, ku ez naxwazim navê wî bînim ziman, ji min re got ku em naxwazin behsa şer bikin, min jî jê re got ku em ji binî de li dijî şer in.We çima nekarî Tirkiyê razî bikin?Barzanî: Me ji bona referandomê destûr ji ti kesî wernedigirt. Emê ti carê jî wisa nekin ji ber ku ew, biryara gelê Kurdistanê ye.Gelo ew karê we nedibû sebeba wê yekê ku kurdên welatên din jî daxwaza destnîşankirina qedera xwe bikin?Barzanî: Kurd miletekî cuda ye û ferqa wan bi farsan, tirkan û ereban re heye çimkî Xwedê ew wisa xuluqandine. Kurdên Îran û Tirkiyê bi xwe biryar didin çawa mafên xwe bi dest dixin.Rast e dibêjin Qasim Suleymanî çend rojan beriya referandomê hatiye Herêma Kurdistanê lê te nexwastiye wî bibînî?Barzanî: Nexêr, rast nîne ji ber ku hat û min pêşwazî lê kir.We li ser çi gotûbêj kir?Barzanî:Wî jî daxwaz paşxistina referandomê kir lê min jê re got em paş naxin, çi dibe bila bibe.Helwesta Amerîka li ser referandomê çi bû?Barzanî: Ya rast, Amerîka rojekî jî negot em li dijî referandomê ne lê rojekî jî piştevaniya referandomê nekir. Piştî ku Trump bû serokê Amerîka, helwesta rayedarên Amerîkî yên ku mijûlî karên Iraqê bûn, zêdetir alîgirtiya Iraqê bû. Bi taybet helwesta balyozê Amerîka û Wezîrê Derve yê Amerîka (Rex Tillerson) gelekî xirab bû. Tillerson carekî ji min re got vekişin bo sînorên 2003! Min jî jê re got tu dizanî sînorên 2003 çî ye ku ji min dixwazî vegerin wir? Ewa ku wî behsa dikir, sînorê navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Sedam Husên bû, ne sînorê navdewletî yê Iraqê bû ne jî yê navbera parêzgehan.Şerê navxwe (şerê PDK û YNKê) çawa qewimî?Barzanî: Ew şer şerekî bi êş û ziyan bû. Belkî bo gelek kesan ecêb be ku ez bêjim hinekan em avêtin nav wî şerî! Destpêkê li hinek deverên biçûk hinek arîşeyên biçû derketin paşê ji kontrolê derket. Bi vî rengî şerê navxwe qewimî.Çend rojan piştî referandomê, rewş hat guhertin û hêzên kurdî vekişiyan…Barzanî: Li Kekrûkê xiyaneteka niştimanî hat kirin. Komeka diyar xiyanet kir û bi Heşda Şeibî û pasdaran re tifaq kirin. Li ber çavên Amerîkiyan hêzên artêş û Heşda Şeibî anîn Kerkûkê û ji pişt ve xencer li me dan.Hinek dibêjin me ew bo parastina berjewendiyên kurdan kir, gelo rast e?Barzanî: Rast nîne, qet rast nîne. Digotin kesî piştevaniya me nekir! Wê çaxê çima piştevaniya referandomê kirin! Tiştên ku ew dibêjin tenê behane ye bo veşartina xiyaneta xwe. Gelo çi ket destê wan? Niha li her derê Kerkûkê nîşanên kurdiniyê tên jêbirin.Gelo tu hest dikî referandom xelet bû? Vêca ji ber wê te dest ji serokatiya Herêma Kurdistanê berda?Barzanî: Nexêr, ti carî. Jixwe eger min zanîba min xeletî kiriye minê lêborîn bixwasta û minê bigota min xeletî kir. Min ji ber wê yekê biryar da êdî serokatiyê nekim çimkî ew post bi îstihqaqa hilbijartinê bibû ya me, vêca eger min heyama serokatiya xwe dirêj bikira dê xebat û dîroka min ziyan dîtiba.Pirsa dawî; gelo hîn jî tu dixwazî ji Iraqê cihê bibî?Barzanî: Niha rewş baştir bûye û pêwendiyên me bi Bexdayê re jî baştir bûne, gelek arîşe çareser bûne û arîşeyên din jî ber bi çareserbûnê ve diçin. Lê ez rijd im li ser mafê gelê xwe bo destnîşankirina qedera xwe.  

Back to top button