Nivîsar

Rebaza Barzanî demana serkeftina xeta netewi ye

Îro 16ê tebaxê ye. Sala 1946ê rojek wek îro Partiya Demokrata Kurdistanê di serokatiya Barzaniyê nemirde hate damezirandin. Ji wê rojê heta wek îro partî ji bo destxistina mafên netewî yê Kurdan xebatê dike. Bê guman gelek rojên dijwar nexweş û deravên teng di jiyana siyasî ya partiyê de çêbûne.

Lê herweha gelek gavên dîrokî ku bûne sembola destkeftiyên netewî ji aliyê partiyê ve hatine avêtin. Ji hemiyê girîngtir Barzaniyê nemir, bi xebata xwe, bîr û baweriya xwe, aliyê xwe yê siyasî û leşkerî, kesayeta xwe, bi diplomasiya xwe ya bilind , herweha bi kurd bûna xwe û nefsa xwe ya biçûk bû rêbazek ji bo tekoşerên Kurdistanî.

Ew rêbaze ku îro dihêlê kurd bi destkeftiyên netewî xwedî derdikevin û ew rêbaze ku dihêle pêşmergeyên qehreman xaka Kurdistana azad diparêzin. Dîroka siyasî ya partiyê bû dîroka tevgera azadiya kurd bi xwe jî. Şoreşa Îlona pîroz di serokatiya Barzaniyê nemir de yekem şoreşa netewî bû. Di kesayet û tekoşîna Barzanî de yekitiyek netewî di nava Kurdan de peyda bû. Hêdî nave Kurd, Kurdistanê, tekoşîna azadiyê û Barzanî bû yek û hevre hate girêdan.

Şoreşa Îlonê, li hemû deverên Kurdistanê, kurd hemû li dora xwe civandin û tovê xebata netewî li hemû beşên Kurdistanê reşand.

Piraniya caran di minasebetên salvegerên partiyên siyasî de behsa derbasbûyîna partiyan tê kirin. Lê carê pêvajoya ku mirov tê de dijî de jî divê partî bêne nirxandin û projeyên partiya ji bo pêşerojê bêne gotubêj kirin.

Bê guman di dîroka PDKê de gelek cara kêmasî jî pêyda bûne. Lê dema mirov sedema van kêmasiyan baş dinêrxîne , li gel mercên qonaxî tiştek vekirî derdikeve holê.

PDK xwedî rêbazekiye, mixabin dema car cara bê hemdê xwebê jî ji vê rêbazê bîr dike tujî xeletiya dibe.  Gelek girînge ku, taybetî nifşê nû, hemû kadroyên PDKê bi rêbaza Barzanî bêne perwerdekirin. Gerek bi hemû awayî kadroyên PDKê kûrahiya vê rêbazê têbigihin ku tujî çewtiyan nebin.

PDK îro dewletekî rêve dibe û bare rêveberiya Kurdistana Federel bi giranî li ser mile PDKê ye. Pêwiste her demî PDK bi vê berpirsiyariyê bihese û li gora wê jî tevbigere. Mixabin di roja me de hinek kadroyên PDKê hêja rêbaza ku Partî li ser siyasetê dike bi temamî tê negahane. Ev yek jî bivê nevê pirsgirêka peyda dike. Pêwiste PDK xwedî mekanîzmayek bi hêzbe , da ku kemasiyên kadroyên xwe bibîne û cihê xeletiyek lê hebe midaxele bike.

Di qonaxa ku em têre derbas dibin wek hemû qonaxên din cardin PDK bûye nawende xeta netewî. Xeta Netewî naveroka herî bi wate ya rêbaza Barzaniye. Pêwistê PDK cardin tovê xeta netewî li hemû beşên din yên Kurdistanê biçîne da ku di pêşerojê de ew tevgerên ku hewldidin rê li destkeftiyên Kurdistanê bigirin û astenga di rêya serxwebûna Kurdistanê de çêbikin ji nav biçin . Ew tevgerên di rêya destkeftiyên Kurdistanê de dibin asteng, lingên dijmin yên herî hêzin li Kurdistanêne.

Di vê qonaxê de bi minasebeta 73 saliya damezirandina PDKê, pêwiste PDK pêwendiyên xwe li gel aliyên Kurdistanê di hemû beşande ji nû ve li gora mercên herêmê û cîhanê berçavre derbas bike. Ev pêwendî jî dive li ser  prensîbên siyasî bin û armanc hêzkirina xeta netewî be.

Pêwiste di pêwendiyan de rêbaza Barzanî wek bingeh bê girtin û rê nedin ku tu alî yan jî kesayet vê rêbaza pîroz bi awayek melaqî bi kar bînin û herweha nabê tu kes, tu alî yan jî kesayet rêbaza Barzanî suistimal bikin.

Rêbaza Barzanî rêya Kurdeyatî û Kurdistanîbûnê ye. Ew rêbaz demana parastina destkeftiyên netewîye.

Îro cardin parastina xaka azad a Kurdistanê bi têgihandina rêbaza Barzanî bi giyanek netewî tê parastin.Pêşmergeyên Kurdistanê di parastina Kurdistanê de dîrokî nûjen nivîsandin.

Gerek PDK baştir nirxandina li gora dema ku em lê dijîn bike. PDK hêviya kurda ye. Di rastiya xwe de îro ji PDKê pêve tu nawendek ya xeta netewî di nava Kurdan de nemaye. Ji bo vê yekê pêwiste ew bawerî werê parastin û bi hêzkirin da ku  PDK cardin rolê xwe yê dîrokî bileyze.

Demana serkeftinê PDK û xeta netewî rêbaza Barzaniyê nemir e.

 

 

Back to top button