Nivîsar

Rastiya Kurd bi naskirina PKKê de weşartiye

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rastiyek heye ku ne kesek dixwaze bibîne û ne jî behsê bike. Di rojeva siyaseta Tirkiye de piranî pirsgirêkên siyasî û civakî, rewşa partiyên siyasî û rewşa darayî, hukumet û muxalefet tê gotubêj kirin. Heta gelek pirsgirêkên civakî li pêşiya pirsa Kurd dikeve gotubêjên rojane de. Yanî bi awayek din pirsgirêka Kurd û çareseriya vê pirsê ne babetê rojaneye li Tirkiye û bakurê Kurdistanê.

Rayadarên Tirkiye gelek bi zanebûn pirsa Kurd di heyîn û naveroka PKKê de tînin rojevê. Vê yekê jî wek pirsa Terorê li Tirkiye nav dikin û dibejin ku şerê wan li himber terorê heye. Hemû aliyên siyasî di vê derbarê de wek hev difikirin û li gora vê jî siyaseta xwe diafirînin.

Heta HDP bi xwe jî pirsa kurd wek pirsa sereke nabîne û naparêze. Li gora HDPê pirsa sereke pirsa  “ Demokratik “ e. Ka gelo pirsa Demokratik çiye? Di rastiyê de ew bi xwe jî nizanin. Lê şîareke her tim di devê wan de ye.

Aliyên siyasî û HDP jî dema ji wan re pêwistbe be behsa pirsa Kurd dikin. Hinek cara rayadarên Tirkiye didin xûyakirin ku pirsa PKKê û Pirsa Kurd ji hev cudane, lê di rastiyê de li gora vê dîtinê tevnagerin.

Ji aliyek din li Bakurê Kurdistanê HDP xwe wek partiyek Kurd û Kurdistanî nede nasandin. Ew gelek cara hinek pirsgirêkên siyasî ji pirsgirêka Kurda cuda dike .

Niha di roja me de HDPwek partiyek çep tevdigere li gora vê jî li gel partiyên marjînalên Çepên Tirk koalisyonekî de ye û pirsa Kurd jî di perpektifa wan de dişopîne.

Heta ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiye Kurd rastiya xwe nedin pêş û doza mafên xwe yên netewî nekin û xwe wek Kurd û welatê xwe wek Kurdistan nebînin tu cara rastiya pirsgirêka Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nayê dîtin.

Malpera Parlementoya Tirkiye vekiriye. Herkesek dikare di vê malperê de ji bilî hinek civînên nehînî hemû kar û xebata parlementoyê bişopînin. Gerek her kurdek lê binêre, ka gelo HDPê heta wek îro çend daxwaz û çend pêşniyar ji bo doza Kurd kirine? Ev yek pîvana siyaseta HDPê ye di parlementoyê de.

Dema PKK/HDP aloz dibe ji taqeta xwe dikevin, hingê dest tavêjin pirsa Kurd. Behsa yekitiyên netewî dikin ku tu pêwendiya wan bi xwe netewiyetê re tuneye. Ew netewîyetê red dikin .

Siyaseta PKKê gelek eşkereye. Li Iraqê li dijê Kurda yekitiya axa Iraqê diparêzin ê li gel Heşda Şeibî li dijê Kurda tevdigerin. Li Îranê li gel rejima Îranê şerê Kurda dikin. Li rojava navê Kurdistanê winda dikin û Ala Kurdistanê qedexe dikin li gel ereban Kurda ji axa wan dûr têxin.

Îro jî pirsgirêka Kurda û piraniya aliyên siyasî kurbûna wan a siyasiye. Rastiya PKK nabînin . Kesek doza xwîna bi hezaran zarok, genc û şehîdên kurd nake. Kesek nabêje berhemên xwîna bi hezaran şehîd çiye? Heta wek îro çi destxistin destve anîne. Ji bo vê yekê jî gerek yekem gazinda Kurda ji Kurda bi xwe be. Divê kurd çavên xwe vekin, rastiya xwe bibînin û doza mafên xwe yên netwî bikin.

Ev rastieke li ser erdê ye. Malxirabîna Kurda bi navê Kurda tê kirin .

Analîz/N.firat

Back to top button