Nivîsar

Qonaxa piştî referandumê

Wek gelek caran hatî gotin, Tirkiye ber bi guhertinekî ve diçe. Di dîroka siyasî ya cumhuriyêt a Tirkiye de, ev cara yekem e ku di dema vê hukumetê de guhertinên ku deng didin çêdibin. Ev guhertin ji bo du sedemên bingehîn gelekî girîngin û li gel xwe pêvajoyek nû pêyda dike. Yekem ev guhertin,kêmbin  jî hîmen ku cumhuriyet li ser hatî avakirin diderizîne û ev yek rê li guhertina cureyê dewleta Tirkiye vedike. Duyem, di derbarê pirsa kurd de guhertinên gelek girîng têne kirin. Di dîroka cumhuriyeta kemalîst de, ev cara yeke me bi awayek fermî heyîna pirsa kurd ji aliye dewletê ve tê qebûl kirin û bi awayek gelemperî dikeve rojeva Tirkiyê de.

Dema mirov siyaseta statukoparêz ya Tirkiye berçav digirê û plan û bernameyên ji bo helandin û tunekirina kurdan dibîne, guhertinên hatîn kirin çêtir dibe xwedî wate. Tevî gelek kemasîyan jî vekirina TRT 6 gelek girînge. Guhertinên di destûrê de hatin kirin û gelekî rê li pêşxistina pirsa kurd vedike. Tişta vê hukumetê ji hukumetên berê yên Tirkiye cuda dike, li gora berê hewl didin rastiya heyî bibînin. Inkara her tiştekî nakin û li gora xwe dixwazin hinek çareseriya pêyda bikin.

Li Tirkiye hinek pirs hebûn ku tu caran ne karên hukumetan bûn. Leşker di van pirsan ve eleqeder dibûna. Karê hukumeta tenê teyîd kirina siyaseta leşkeran bû. Pirsa kurd ,pirsa Kibrisê, pirsa ermeniyan û hinek pirsên bi vî awayî tenê di bin bandora leşkeran de bû. Gava yekem hukumetê destpêkir ev pirs ji bin bandore leşkeran derêxist û ew bi xwe li ser van pirsan sekinî. Li gora Tirkiye ev wek şoreşek bê deng bû.

Gelek vekirî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dezgehên tarî, kemalist, statukoparêz ji van guhertinan ne rihetin û ji bo ev guhertin sernekevin bi hemi awayî berxwe didin. Gelek caran siyaseta di derbarê guhertinê ji aliyê PKK-ê û BDP-ê ve çewt hate nirxandin û wan jî bi helwestên xwe yên ne rast hinek caran asteng di rêya guhertinan de çêkirin.

Piştî  referandumê  ev guhertin ketin di qonaxek nû de. Cihê dilxweşiyêye ku di vê qonaxa nû de siyaseta BDP-ê tê guhertin û daxwaza pişgiriya guhertinan derketiyê pêş. Herkesî dizaniya ku berpirsên hinek dezgehên dewletê li gel Ocalan hevdîtin dikiran, lê tucaran ev yek naketa di rojeva siyasetê de. Niha berpirsên dewletê hevdîtinên li gel Ocalan venaşêrin û ji bo çareseriyê pêwistiyek dibînin. Di bingeha xwe de, ev siyaseta herî raste. Ji ber ku BDP ne muxatabe. Serokê BDP-ê bi xwe piştî hevdîtina ku li gel berpirsên hukumetê kirî, eşkere kir ku , ew ne muxatabin. Cihê biryarê ne BDP yan jî deverek dine. Cihê biryarê Îmraliye û ji ber wê jî hukumet hevdîtinên li gel Ocalan ya herî rast dike.

Bê goman ji hinek biryarên Ocalan dezgehên tarî di nav PKK-ê de ne rihetin. Lê nikarin li himber gotinên Ocalan derkevin. Belê bi awayekî çewe li Tirkiye dezgehên tarî hinek biryarên hukumetê sabote dikin, ew jî yên Ocalan bi hinek çelakiyan sabote dikin.

Di vê qonaxa nû de, rolê miletê kurd derket pêş. Helwesta ku di referandumê de, partiyên ji derê BDP-ê danîn holê û taybetî helwesta dezgehên sivîl li Kurdistanê bû sedemek ku, milet terciha xwe li aliyê guhertinan kir. Vê yekê rolê aliyên xirab jî kêmtir kir. Di vê qonaxê de diyalog hebê wê çêtir rê li provakasyona bête girtin, li hinek deverên Kurdistanê kolan biçekî bê deng bin  wê gelek hesanîtir gav bêne avêtin.

24.09.2010

Dara Bilek

Back to top button