Cîhan

Qibris a Bakur wê xweseriyê îlan bike

Rojnameya herî bi bandor a Komara Qibrisê a Ruman Politis, îdiayek avête holê û rê bi niqaşên mezin re vekir.

Rumên Qibrisê, gotûbêj dikin ku, ger heta 1ê Tirmehê ji muzakereyên Qibrisê encam neyê girtin û Serokatiya Heyamê a Yekitiya Ewrupa derbasî Rumên Qibrisê bibe, aliyê Tirk wê “plana B”yê bixe dewrê.

 Gorî rojnameya Politis, plana B a aliyê Tirk jî îlankirina xweseriyê ye. Wê bji civakên navneteweyî re  vê peyamê derxînin peş,“KKTC ne di bin bindariyê de ye, bi hebûn û saziyên xwe xweser e.”

Wezîrê Karêderve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ev angaşteya rojnameya Politisê derewand. Davutoglu, “ev tiştana divê mirov bi esprî nêzikê bibe, ne tişten rast in.” 
 

Back to top button