Nivîsar

Qetlîama Parisê…

 

Dostên Kurdan hatin kuştin!

Dostên mirovatiyê hatin kuştin!

Azadiya bîr û baweriyê hat kuştin!

Azadiya rojnamegeriyê hat kuştin!

Terora islamê dîsa xist bîra rojava ku ew li her derê dinyayê dikarin  operasyonên qirêj pêk bînin…

Eger bi rastî welatên rojava, dezgehên media bixwazin ji dil û can dij vê qetlîamê dengê xwe bilind bikin, divê nivîsa Editorê Charlie Hebdo, ‘’KURD ME DİPARÊZİN) û karikaturên Mihemed û Bagdadi rûpelên xwe de, ekranên xwe de, radyoyên xwe de belaw bikin, biweşînin…

Editorê Charlie Hebdo, Stephane Charbonnier bi navê Charb 22 Teşrînê de li ser berxwedan û şerê Kurdan li hember DAİŞ’ê meqalekî nivisiye.

NİVÎSA Stephane Charbonnier li ser berxwedana Kurdan li hember DAIŞ wuha ye,

Kurd me diparêzin

Ez ne Kurdim, gotinekî Kurdî jî nizanim. Nikarim navê nivîskarekî Kurd jî bidim. Çanda Kurdî ji min ra bi temamî xeribe… Lê min carna xwarina Kurdî xwariye… Em dev ji van tiştan berdin lê,

Ez îro Kurdim,

Bi Kurdî difikirim,

Bi Kurdî distrînim,

Bi Kurdî digrîm,

Kurdên ku li Suriye hatine dorpêçkirin  ne tenê Kurdin, li hember taritiyê mirovayetiye… Ew jiyana xwe, malbata xwe, welatê xwe  diparêzin, ew bixwazin jî nexwazin jî li hember ‘’dewleta İslami’’ bi tena sere xwe kela berxwedanê ne…

Ew me gişkan diparêzin!

Li hember mirinê gele Kurd heye…

Nivîskar, rojnamevan û karikaturistên Kovara Charlie Hebdo demekî dirêj hatine tehdîtkirin. Sdema vê jî belavkirina karîkaturên Mihemmed bûye. Vê taliye jî karikaturên serokê DAİŞ’ê belavkiribûn…

Bi raya min sedema vê êrişê ne bi tene karikaturên Mihemmed û Bagdadî ye.

Sedema esasi ya vê qetliamê alikariya Fransa ji bo Kurdistanê û  serdana Serokê Fransa Hollande bo Kurdistana Başûre… Her weha li gor qeneata min ev meqalê jî sedemeki ye bo vê qetliama hovanê!

DAİŞ îro aşkere kiriye ku, sempatizanên wan vê çalakiyê pêkanîne, xwedî li vê qetliamê derketiye…

Divê dinya medenî (sivîl) êdî çavê xwe veke, xeteriya islama radikal bibine, pêşî li van rêxistinan bigre, bi navê azadiya fikir nehelê ev grup û rêxistin welatên Ewrupa Amerika ji bo karen xwe yên qirêj û dij bi insaniyete bi kar bînin…

Her wuha divê neyê jibîrkirin ku şirovekirina radikala islamê de kirin û cirmên DAİŞ heye…

Musulmanên humaniter, insani, mirovperwer eger bixwazin ji bin bara tohmetê derkevin,  divê hidudeke pir zelal û diyar deynin navbera xwe û bi van cure rêxistinan û çeqalan de…

Abit Gürses

 

 

 

 

Back to top button